Bandora coronayê li ser jinan nexweşiyên derûnî û bedenî zêdetir dike

Di rêzesemînerên ku hatin lidarxistin de Emîne EL-Seyd li ser aliyê tenduristî û bandora coronayê li ser kesên ku pabendî penceşêra pêsîrî bûne, di aliyê derûnî de jî bijîjk Sûad EL-Mucberî li ser stersa derûnî ku di encama coronayê da derketiye û bandora xwe li ser tenduristiya derûnî ya jinan kiriye axivîn.

IPTÎSAM AXFÎR
Bingazî- Navenda tatoyê ya lêkolînên jinan li bajarê Bingazî li Lîbyayê projeyeke zanistî di gel hin zanyarên tenduristî, derûnî, civakî û qanûnî rêzesemîneran pêşkêş kir. Projeya ku navenda tatoyê ya lêkolînên jinan pêşkêş kir, bi danişîna zanistî ya yekem di 13’ê Adarê de li navenda zanîngeha navneteweyî ya Lubnanê hat vekirin ku ew jî di bin dirûşmên Bandora EL-Kovîd de li ser tenduristiya jinan a bedenî û derûnî û parastina qanûnî ye.
Rûniştina yekem sê beşên sereke girt nav xwe, bijîjk Hala EL-Etreş li ser parastina qanûnî ya ku ji bo jinan di pergala tenduristiyê de hatiye damezrandin axivî. Emîne EL-Seyd li ser aliyê tenduristî û bandora coronayê li ser kesên ku pabendî penceşêra pêsîrî bûne, di aliyê derûnî de jî bijîjk Sûad EL-Mucberî li ser stersa derûnî ku di encama coronayê da derketiye û bandora xwe li ser tenduristiya derûnî ya jin kiriye axivî.
Her wiha seroka navenda tatoyê Ebîr Emnîne, bijîjka derûniyê Sûad EL-Mucberî û pispora tiba civakî bijîjk Emîne el-Seydî li ser beşdarbûna sempozyûmê ji ajansa me re axivîn.
Sempozyûm beşek ji rêzesemînerên bi hev ve girêdayî ye
Seroka navenda tatoyê ya lêkolînên jinan bijîjk Ebîr Emnîne li ser ramana derketina projeyê û armanca wê got ku ev hevdîtina yekem a navendê ye, ew jî hevdîtineke di nav rêzên ku bi hev ve girêdayî li ser bandora Kovîd 19 li ser jinan lêkolîn dike, di aliyê tenduristî, qanûnî, civakî, derûnî û aborî de
Ebîr bal kişand ku rûniştina vekirinê li ser aliyê tenduristî balder bû ku ew hêvî dike gelek pirs li ser mijara belavbûna coronayê û bandora wê ya li ser tenduristiya jinan werin kirin. Bi taybetî jinên ku berê nexweşî bi wan re hene. Her wiha ew dixwaze bi riya vê hevpeyvînê re mebesta wan were zelalkirin. Girîng e ku mirov tedbîrên xwe yên ji vê nexweşiyê bigire çi di aliyê derûnî de çi jî di aliyê bedenî de.
Ebîr da zanîn ku bi riya van hevpeyvînan re dê li ser polîtîkeyên tenduristiyê yên girîng were sekinandin û dê xuya bibe ka gelo zagonên rêziknameyî ji karê tenduristî yên jinan re di dema nexweşiyê de hene yan na. Ebîr got; “Gelek kesên pispor di vê mijarê de li gel me hene, ji bo wê me xwest em di vê hevpeyvînê de wan bikin mêvan da bi awayekê baş were zelalkirin û ravekirin.”
Pir jin hene ku di dema coronayê da karê wan ji dest wan çûye
Ebîr da zanîn ku dê hevpeyvînên demên pêş jî li ser jinan bin, ew ê li ser aliyê qanûnî biaxivin û binêrin bandor li dozên jinan bûye yan hatine guhertin an na? Her wiha got ku piranî ji dozan bandor li ser rewşa jinan kiriye ku di nav de jî aliyê aborî bû sedem ku karê gelek jinan ji dest wan were girtin. 
Ebîr destnîşan kir ku li gorî lêkolîna ku navendê kiriye, bandor her dem ne neyînî ye, em dîtine ku gelek jin di vekirina projeyên biçûk di hundirê malê de bi ser ketine ku bi vî awayî alîkarî ji malbata xwe re pêşkêş dikin û vê yekê ji xwe re wek karekî dîtine di dema nexweşiya coronayê da.
Malên ewlekar zextên derûnî li ser jinan kêm dikin
Pispora nexweşiyên derûnî Sûad EL-Mucberî dibêje ku di dema nexweşiya coronayê de jin rastî gelek zextên derûnî hatine ev jin çiş karmend be çi jî jina di hundirê male de be, ev zext rojane zêde bûne û da zanîn ku ji ber jin li malê berheman diafirîne rastî nerazîbûna malbat an hevserê xwe tên.
Sûad El-Mecbûrî teqez kir ku rêjeya tundiya malbatî bi pandemiya coronayê re zêde bûye, di vê rewşê de ya ku herî zêde rastî zextan tê jin e, ji ber ku ew bingeha malê ye. Me bi riya yên ku serdanên nexweşxaneyê dikin dît ku xem û stresa pandemiyê li gel jinan bêtir e, ev yek jî ji ber zextên derûnî yên jin pê re rûbirû dimîne pêk tê.
Sûad EL-Mucberî destnîşan dike ku jin bingeh û aliyê civakê yê sereke ye û di rêveberiya civak û malbatê de pê bawer in loma jî dive piçekî zextan li ser wê kêm bikin da ku karibe hîn zêde berhem bide û got “Ev xalên ku me anîn ziman bêguman bi riya belavbûna hişyarkirina civakî, sazkirina navendên piştgiriya derûnî tê pêkanîn. Her wiha pêwîst e malên ewlekar ji bo ku zor û zehmetiya ji ser jinan kêm bibe werin avakirin.”
Penceşêra pêsîrê ji pandemiyê zû bi bandor dibe
Pispora tiba civakî Emîna EL-Syed dibêje ku nexweşiya coronayê bêtir li ser jina ku benceşêra pêsîrê pê re heye bandor dike ji ber ku nexweşiya penceşêra pêsîrê ji nexweşiyên herî berbelav e. Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em em hewl didin hişyariyê ji bo jinan ava bikin da ku di van rewşên bi vî rengî de zû biçin serdan nexweşxaneyê. Ji ber ku zû tesbîtkirina nexweşiyê ji bo dermankirinê hêsantir dibe û barê aborî kêm dike.
Hêjayî gotinê ye ku navenda tato ya lêkolînên jinan di sala 2019’an de li bajarê Bingazî hat damezirandin ku dibe yekemîn navenda girîngî dide jin û dozên civakî.