Banafsheh Hosseini: Divê her roj bibe roja têkoşînê

Enstîtuya Bihêzkirina Jinan a Afganîstanê Banafsheh Hosseini diyar kir ku li Afganîstanê jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in, da zanîn ku ew ji jinên li gundên dûr nikarin agahî bigrin û got, “Divê her roj bibe roja têkoşînê.”

Kabul – Enstîtuya Hêzdarkirina Jinan a Afganîstanê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakiyek fîlm li dar xist. Di çalakiyê de fîlmê bi navê "Ricimandina Soraya " hat pêşandan. Jinên ku li fîlm temaşe kirin kêliyên hestiyar jiyan kirin. 

Piştî nîşandana fîlmê endama Enstîtuya Bihêzkirina Jinan a Afxanistanê Banafsheh Hosseini têkildarî rewşa jinên Afganî ji ajansa me re nirxandinek kir.

'Jin ji mafên xwe yên bingehîn bê par mane'

Banafsheh Hosseini destnîşan kir ku jin li Afganistanê ji mafên xwe yên bingehîn bê par in û got, “Mafê wan ê xwendinê nîn e û bêyî weliya şerîatê jî nikarin ji malê derkevin. Ew der barê her tiştî li ser me de biryar didin. Li bajarên mezin ên Afganistanê ev tişt tê jiyankirin. Lê jinên ji gundên dûr ên ku em nikarin ji wan agahiyan bigirin di bin pêkutiyê de ne, nikarin dengê xwe derxin û kesekî ku ji wan agahî bigire nîn e.”

'Fîlm serpêhatiyên me jî vedibêje'

Banafsheh Hosseini diyar kir ku ji ber ku fîlma ‘Ricimandina Soraya’ ji ber ku êşa hevpar a jinên Afganî û Îranî vedibêje nîşan dane û wiha got: “Afganistan û Îran di dîtinê de ji hev cûda ne, navên wan cûda ye lê li her du walatan jî du hikumetên ku ji zagonên xwe re dibêje ‘hiquqa şerîat û ol’ heye. Çîroka fîlmê pir bi êş e. Mamoste û şagirdên ku li fîlm temaşe dikin hemû digirîn. Lê di vê fîlmê de rastî serpêhatiyên me tên gotin, em her roj vê rewşê dijîn.”

Banafsheh Hosseini diyar kir ku 8'ê Adarê di têkoşîna mafên jinan de rojeke sembolîk e û got, "Divê her roj bibe roja têkoşîna jinan."