Dewleta Tirk konvoya gel a diçû Tişrînê bombebaran kir
Konvoya gel a ku ji bo parastina Bendava Tişrînê ya ji ber êrişan metirsî li ser heye berê xwe da bendavê, bû hedefa bombebarana dewleta Tirk.
Navenda Nûçeyan – Konvoya gel a ku ji bo parastina Bendava Tişrînê ya ji ber êrişan metirsî li ser heye berê xwe da bendavê, bû hedefa bombebarana dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi dema herêmî saet derdora 14:48’an bombe li herêma Bendava Tişrînê barand. Di encama êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Êriş di demê ku ji kantonên Cizîr û Kobanê girseya gel bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû, hate kirin.
Hate ragihandin ku nuqteyên li ser rêgeha konvoya gel hate bombebarankirin.
Li gel bombebaranê jî konvoyê rêwîtiya xwe dewam kir û gihîşt Bendava Tişrînê.
Ev cara 4ˋan e karwanên welatiyên berê xwe didan Bendava Tişrînê tê hedefgirtin. Di êrişa yekemîn a 8ˋê Çileyê de 3 welatî şehîd bûn û 15 birîndar bûn.