‘Bakurê Xezayê bi qetliamê re rûbirû ye’

Nûnerê Daîmê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Riyad Mansur diyar kir ku li bakurê Zîvala Xezayê nêzî 470 hezar Filistînî bi qetliamê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber berdewam dikin.

Li gora nûçeya ajansa fermî ya WAFA’yê, nûnerê daîmê yê NY’ê yê Filistînê Riyad Mansur, nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres, ji Serokê Lijneya Giştî ya NY’yê Philemon Yang û ji serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Swîsreyê re şandin.

‘Îsraîl li Xezayê li ber çavên cîhanê qirkirinê dike’

Di nameye de hat diyarkirin ku Îsraîlê li Xezayê li ber çavên cîhanê qirkirin pêk aniye, li bakurê Xezayê nêzî 470 hezar mirov bi qetlîamek re rûbirû mane. Di nameyê de hat destnîşankirin ku Îsraîl, bi hefteyan e, gelê Filistînê yê li bakûr, ji xwarin, av, derman û pêwîstiyên mirovî û ji her tiştê bêpar hiştiye, nexweşxaneyan bi awayekî sîstematîk dike hedef, xizmeta gelê sivîl a tendirustiyê asteng dike û di heman demê de tevî cihekî bi ewle nîn e biçinê, malbatên Filistînî bi zorê ber bi başûr ve dişîne.

Riyad Mansur diyar kir ku berê civaka navneteweyî di mijara van planan de hişyar kirine, ji bo rawestandina qikirinê bang kirine ku bikevin tevgerê lê belê KENY li dijî van hemû êrişan neketiye nava tevgerê. Di nameye de hat destnîşankirin ku divê dawî li cezayên komî yên Filistîniyên li Bakurê Xezayê rastî wan tên were û ji bo pêkanîna agirbestê bang li saziyên navneteweyî hat kirin.