Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ser piyane
Kantona Kobanê û Hesekê li hemberî êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê ku di van demên dawiyê de bi hevkariya hikumeta herêmê û bêdengiya hikumeta Iraqê zêdebûne rabûn serpiyan û nerazîbûn nîşan dan.
Kobanê/Hesekê - Dewleta Tirk tevgera dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Di vê çarçoveyê de Mexmûr, Şengal û bajarên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Li rex vê yekê PDK û hikûmeta Îraqî bêdengiyê nîşan didin û hevkariya dewleta Tirk dikin. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê û li gel wê jî nêzîkatiyên PDK’ê û hikumeta Iraqê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûn ser piyan û nerazîbûn nîşan dan.
Kantona Hesekê di mitîngê de helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan da
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û nêzîkatiyên hikûmeta başûr di bin dirûşmeya “Li dijî îxanetê serhildan, bi yekîtiya netewî emê îxanet û dagirkeriyê têk bibin”şêniyên kantona Hesekê mitîngek li dar xistin. Di mitîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocaln, alên kongreya Star û meclisa malbatê Şehîdan hatin hildan. mitîng li qada suryan a taxa Nasra a bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi deqeyek rêzgirtin des pê kir.
Endama Rêvberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Yisra Ismayîl axivî û wiha got:” Îro em li dijî siyastema rûreşkirinê û îxanetê li tevahî bakûr û Rojhilatê Sûriyê li qadane, em vê siyastê qebûl nakin, ev siyaset nirxê şoreşê hedef dike. Îro em wekî rêxistina kongreya star erka me ye xwedî li nirxê şoreşê ku bi fedekariya jinan hate bi dest xistin, biparêzin. Em êrîşên dewleta tirk û îxaneta hikûmeta îraqê şermezar dikin em rê nadin ku carek din fermana zarok û jinên şengalê dubare bibe.îdî bese ji siyaseta rûreşiyê re.”
Meş bi siloganên “Bijî berxwedana gerîla” û “Na ji îxanetê re” bi dawî bû.
Şêniyên Til Temirê li hemberî dagirkeriyê li ser piyane
Şêniyên navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê, bi Kurd, Ereb û Aşûriyan li gel endam û rêveberên saziyên jinan û tevgera civaka sivîl, tevlî meşa girseyî bûn û polîtîka bi şer ser wan de tê şermezarkirin. Meş ji ber SMŞ'ê destpê kir li dawiya kolana Filestîn bidawî bû.
Ronaz Yûnis yek ji jinên navçeya Til Temirê ku tevlî meş bûbû nerîn û helwestê xwe li hember polîtîkayên dagirkeriya li ser Kurdistanê anî ziman û wiha got: "Em şev û roj li kolanan in, dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê li ser Gelê Kurd şermezar dikin. Her wiha di roja me ya îro de, komployên pir qirêj li ser gelê Kurd tê pilankirin. Em Şerê Birakujiyê di navbera gerîlayan û KDPê ve naxwazin, ji ber ku nakeve xizmeta gelê Kurd û berjenwendiyên wan. Pêwîtiya me îro bi yekîtiyekê heye, ku em bikaribin hemû li hember vê dagirkeriyê bibin bendavek û wê rawestînin. Îro em divê bi dilek, rihek û canekî li hember vê dagirkeriyê bisekinin, çarenûsa xwe diyar bikin."
Meş bi diruşmeya "Na ji îxanetê re" bi dawî.
Kantona Kobanê li hemberî êrîşan meşiya
Li dijî tevgera dagirkeriyê, êrîş û bombebarana dewleta tirk ya li Başûrê Kurdistanê, bi sedan şêniyên katnona Kobanê, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Partiyên Siyasî, sazî û dezgehên civaka sivîl, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û hwd li qada jina azadkom bûn û bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan meşiyan. Gel bi hilgirtina wêneyên cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclîsa malbatên Şehîdan, PYD`ê û TEV-DEM, her wiha pankartên bi nivîsa "Kujerên şehîdên Zendûra Berzanî ye", "Meşa Rûmetê li dijî îxanetê ye" û berzkirina siloganên Bijî berxwedaniya gêrîla şehîd namirin û terorîst Erdogan ji qada Jina Azad ber bi qada şehîd Egîd ve meşiyan. Meşevan li qada şehîd Egîd rawestiyan û piştî deqeyek rêzgirtinê rêveberiya buroya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî.
“Di vê pêvajoya dîrokî de divê em hemû ji bo yekrêziya Kurdan bixebitin”
Sara Xelîl bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi hêzên dagirker re û wiha got: "Em êrîşa PDK`ê ya li ser şervanên Tevgera Azadiyê ku di encamê de 7 şervan şehîd bûn şermezar dikin. Em ji PDK`ê re dibêjin ku bi salan e hûn îxanetê li gelê xwe dikin û bi taybet jî hûn hevkariyê bi dewleta tirk re dikin. Di vê pêvajoya dîrokî de ku em hewil didin yekrêziya Kurdî ava bikin, malbata Berzanî jî dixweze gelê Kurd were qir kirin. Li ser vê bingehê divê ku em weke gelê Kurd her tim xwedî helwestbin û pêwîste em bi rihê têkoşîna şehîd Bêrîtan ya li hember xeta îxanetê, li dijî tevgera dagirkeriya dewleta tirk şer bikin." Jinên beşdarî meşê bibûn bertkên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
"Şerme ku PDK behsa Kurdîtiyê bike"
Jina bi navê Emîne Yasîn bang li PDK`ê kir ku helwesta xwe sererast bike û got: "Malbata Berzanî dagirkeriya dewleta tirk ya li Başûrê Kurdistanê rewa dike. Hûn rê didin ku zarokên Kurd werin qetil kirin, ji ber vê şerme ku hûn bêjin em kurdin û bi zimanê Kurdî biaxivin. PDK`ê dixweze riya qirkirina gelê Kurd veke, lê hûn çi bikin jî hûnê nikaribin me tune bikin. Di dîrokê de gelek hêzan hewil dan me tune bikin, lê vaya em di sedsala 21.emîn de ne û em hîn jiyan dikin. Dewleta tirk dixweze di destpêkê de PDK`ê tune bike û pişt re jî dest bi tunekirina me bike. Emê nehêlin dewleta Tirk ne PDK`ê ne jî me tune bike. Ji ber wê divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û gelê wê jî êdî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin. Divê PDK şaştiyan bîne ziman û êdî sererast bike."
Ji beşdarvanên meşê Zeyno Îsa jî helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: "Ev 15 salin ku keça min cihê xwe di Tevgera Azadiya Kurdistanê de digre. Êrîşên dewleta tirk yên li ser çiyayên Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê nayên qebûl kirin. Li şûna ku PDK rê li ber êrîşan bigre, ew dest dide dewleta Tirk. Gotineke pêşiyan heye ku dibêje ‘Turê li piştê, xencera di piştê de’, îro malbata Berzanî jî heman tiştî dike. Ew rê nîşanî dewleta tirk dikin ku êrîş herêman bike. Dema êrîşa DAIŞ`ê ya li Şengalê, PDK reviya û gelê wê ji çeteyan re hîştin. Lê piştî ku Şengal rizgarbû û pergala xwe çêkir, ew dibêjin bila Şengal bibe ya me."
Meş bi siloganên "Berxwedan Jiyan e" û "Bimre Îxanet" bi dawî bû.