Bajarên Tirkiye û Kurdistanê cara duyemîn bi pileya 7,5 hejiya

Piştî erdheja dawî ya bi pileya 7,7 ku li Tirkiye û Kurdistanê hat jiyîn, vê carê cara duyemîn bi pileya 7,5 hejiya.

Navenda Nûçeyan- Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) mezinbûna erdheja ku di saet 04.17’an de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,4’an pêk hat wek 7,7 ragihand. Rasatxaneya Qandîllî jî ragihand ku mezinbûna moment a erdhejê 7,7’an e.

Erdeheja dûyem rûda

Hat diyarkirin ku li Kandilli Rasathanesi di saet 13:24’an de erdehejek din ya bi pileya 7.5 rû da. Li navenda erdehejê li baajrokê gozpiar ya Meraşê kurahiya erdhejê 16.4 hate diyakirin.

Erdhej li Enqere, Riha, Amed, Edana û Meletî hate hîs kirin, hinek avahî ziyan didtin û hinek jî xira bûn.

Li ser ew avahiya ku xebet tê meşandin avahiyek din hilweşiya

Li bajarokê bajarê nû yê Amedê avahiya 12 qatî ya navenda Kar ya galeriya Diyar ya li ser cadeya Elazix di in xirabeyên navendê de heta niha 13 kesên birîndar hatine rizgarkirin, li bin xirabeyê xebatên lêgerin û rizgariyê berdewam dikin. Di dema ku xebatên lêgerînê dihar kirin de, li navaneda erdehejê Maraê erdeheja 7.7 pêhkhat û piştî erdehjê ew avahiya ku zere ditî li ser xirabeyê ket û hat gotin ku di bin xirabeyan de gelek birîndar hene.