Bajarên kon di rojava Meclîsê de ye

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Parlamentera Amedê Adalet Kaya, serpêhatiya ku jinên bajarên di erdheja 6'ê Sibatê de bi bandor bûn dijîn, birin rojeva Meclîsê.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, serpêhatiya jinên mexdûrên erdhejê bir rojeva Meclîsê. Gulîstan Kiliç Koçyîgît a bi armanca xurtkirina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û lêkolînkirina pirsgirêkên jinan mexdûrên 10 bajarên ku di erdhejên 6’ê Sibatê ya navenda wan Mereşê de, pêşnûmeyek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir, xwest ji bo çareserkirina gavên lez bên avêtin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di pêşnûmeyê de bal kişand li ser pirsgirêkên jinên ku li herêmên erdhejê mane an jî neçar mane koçî bajarên din bikin û destnîşan kir ku jin di peydakirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikşînin û piştgiriya tê dayîn ji bo pêdiviyên taybet ne guncaw e. Di pêşnûmeyê de hate diyarkirin bi taybetî li herêmê metirsiya tundiyê zêde bûye û hate dest nîşan kirin ku jin nikarin piştgiriyê bigrin.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di pêşnûmeya ku daxwaza vekirina Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê kir de, dest nîşan kir ku pêwîste mekanîzmayên piştgiriyê yên ku bi bandor dixebitin û bi perspektîfa zayendiya civakî tên birêvebirin bên misogerkirin û divê çareseriyên ku pirsgirêkên di pêvajoya karesatan de tên jiyîn, kêm bikin bên afirandin.

'3 zarok û jinek rastî êrîşa zayendî hatin'

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya jî ji bo bersîvdayîna Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya pêşnûnameya pirsî pêşkeş kir. Di pêşnûnameya pirsê ku daneyên nûçeya bi sernavê "Divê li bajarên kon ewlehiya jin û zarokan bên parastin" ku îro di ajansa me de hate parve kir de wiha hate gotin: "Ji ber ku li bajarên konan qadên ewle nayên avakirin jin û zarok ji tundî û êrîşa zayendî re vekirî mane. Hat diyarkirin ku di pêvajoya 5 mehan de li bajarên konan 3 zarok û jinek rastî êrîşa zayendî hatiye. Hat hînbûn jina ku rastî êrîşa zayendî hat û kiryarê êrîşê tevî malbatên xwe li konê ku AFAD’ê ji bo koçberan vekiribû hatin dersînor kirin. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku piştî êrîşê bajarê kon hatiye girtin. Di rojên derbasbûyî de li konên din ên girêdayî AFAD'ê zarokek ji aliyê zirbavê xwe ve rastî êrîşa zayendî hatiye û piştî bûyer derket holê kiryarê êrîşê hatiye binçavkirin.”

Adalet Kaya van pirs pêşkêşkir:

“*Hûn ji bo pêkanîna ewlehiya welatiyan li konên ku ji aliyê AFAD’ê ve hatine vedan, kijan xebatan didin meşandin?

*Jina mexdûra erdhejê ya rastî êrîşa zayendî hat û malbata wê, bi kijan sedemê hatin dersînor kirin û careke din hatin mexdûr kirin?

*Mexdûrên erdhejê yên li kona piştî êrîşa zayendî hat girtin diman, li ku derê hatin bicih kirin?

*Xebatkarên AFAD’ê ên di bajarên kon de dibînin, ji bo tesbîtkirin û pêşîgirtina tundiya li dijî jin û zarokan hatin agahdar kirin an ne? Gelo ji xebatkaran re der barê mijarê de perwerde tê dayîn an ne?