Silêmanî 238'emîn salvegera xwe ya damezrandinê pîroz kir
Jinên xwedî kar bi vekirina pêşangehek ya berhemên jinan salvegera damezrandina bajarê Silêmanî pîroz kirin.

Silêmanî – Îro 14’ Mijdarê 238 sal li ser damezrandina bajarê Silêmanî re derbas bû, li ber deriyê Sera salvegera damezrandina bajarê Silêmanî bi pêşangehekê hate pirozkirin. Bi sedan kesên hunermend û jinên xwedî kar û xelkên bajarê Silêmanî û bajarên din bejdar bûn.
Yek ji bejdarvanên merasîma salvegera bajarê Silêmanî Ronak Cemîl Sayîb wiha behsa baajrê Silêmanî kir û got: “Ez gelek keyfxweşim ku di salvegera damezarndina bajarê Silêmanî de amademe, ev salveger ji bo me gelek giringe ku her sal tên pîrozkirin. Pirozkirina salavgera bajarê Silêmanî wisan dike ku xelk hîn zêdetir di aliyê çandê de pêşbikeve.”
‘Bi karê mum xizmetê ji bo çanda Kurd dikim’
Jina ciwan ya xwedî kar û bi mum bejdarî pêşangehê bûye Kaziwe Ehmed wiha got: “Salvegera damezrandina Silêmanî li hemû kesan pîroz be. Eve cara yekeme ez bejdarî bi karê mumê bejdarî pêşangehê dibin. Hmeû mum karê destê min bi xweye û min têde giringî daye çanda Kurdî û hewil didim zindî bihêlim. Bi mumê min kesayetên navdar yên Silêmanî çêkirye weke Mesturî Erdelanî, Şêrko Bêkes û çend kesên din yên bi nav û deng yê Kurdan.”
Sûse Mihemed ku bi destrengiya xwe û bi berhemên xwe karê dest bejdarî merasîma salvegera damezrandina bajarê Silêmanî bûye, ev roj pîroz kir û got: “ Merasîm damezrandina salvegera bajarê Silêmanî pêwîte, ji ber pêşeroja me bi çand û piroziya vî bajarî ronî dike. Ez di wê hêviyê deme ev merasîm hersal dûbare bibe û em jinên xwedî kar bikarin karê xwe nîşan bidin û karê me jinên Kurd were nasîn.”
Sergul Hemereşîd xelkê Silêmanî bejdarî mersîmê bûye ev roj li xelkê Silêmanî pîroz kir û got: “Ez di wê hêviyê de me her sal mersîma salvegera damezrandina Silêmanî were pîrozkirin.”