Bahoza tozê ya 120 rojî li Sîstan û Belûcistanê û xemsariya rayedaran
Li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, ji ber bahoza tozê ya ku 120 roj in berdewam dike jiyan li welatiyan hatiye astengkirin. Tevî xetereyên mezin ên tenduristiyê û kêmbûna dîtinê, negirtina ofîs û navendên perwerdehiyê bû sedema nerazîbûna tund.
Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, ji ber bahoza ku 120 roj in berdewam dike û di encamê de bûye ewrê tozê, welatî ji ber paşguhkirina rewşa krîtîk û negirtina ofîs û navendên perwerdehiyê rayedaran rexne kirin. Dimenên ku ji herêmê hatine weşandin kêmbûnek berbiçav a dîtinê û zehmetiyên trafîkê li ser rêyên bajêr nîşan didin; li gorî welatiyan, ev rewş tenduristî û jiyana welatiyan dixe xetereyê û pêwîstiyên tedbîrên lezgîn ji bo rêvebirina krîzê ji her demê bêtir eşkere dike.
Dîtin daketiye 800 metreyan
Li gorî raporên herêmî, toza zêde li hin deveran dîtinê bi girîngî kêm kiriye û ajotin û trafîkê li ser rê û kolanên bajêr pir xeternak kirye. Wek din, hefteya borî Rêveberê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sistan û Belûcistanê diyar kir ku bayên bihêz ên ku li Zabolê di saetê de digihîjin 108 kîlometre, mesafeya dîtinê daketiya 800 metreyan û pêşbînî kir ku bahoz dê heta dawiya vê hefteyê dewam bike.
Lêbelê, di dema amadekirina vê raporê de, derbarê girtina ofîsan, navendên perwerdeyê, an kêmkirina çalakiyên rojane ti biryar nehatibû ragihandin. Li gorî niştecihên herêmî, berdewamiya xebata van navendan di nav van şert û mercan de metirsiya qezayan û pirsgirêkên nefesê zêde kiriye û komên wek extiyar, zarok, nexweş û kesên nexweşên dil û pişikê zêde kiriye.
Zêdetirî hezar û 600 kesî serî li nexweşxaneyan da
Li herêmê tundiya bahozê didome, Rektorê Zanîngeha Zanistên Tibî û Xizmetên Tenduristiyê ya Zabolê Huseyîn Şehdadî, ji medyaya herêmî re got ku ji destpêka vê salê ve, li herêma Sistanê hezar û 665 kes ji ber bahozên tozê serî li bijîşk dane, 162 kes li nexweşxaneyê ne û hezar û 503 kes jî li ser lingan hatine dermankirin.
Li gorî rektorê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Zabolê, piraniya sewqkirinan ji bo nexweşên bi pirsgirêkên nefesê bûn; 838 kes ji ber tevliheviyên nefesê yên ji ber tozê ji navendên tenduristiyê re hatine şandin. Her wiha, 467 kes ji ber pirsgirêkên dil û damaran, 244 ji ber pirsgirêkên çavan û 74 kes ji ber qezayên trafîkê yên ji ber kêmbûna dîtinê di dema bahozê de çêbûne hatine dermankirin.
Welatî daxwaza tedbîrên lezgîn dikin
Niştecihên Zabolê xemsariya rayedaran a li hember krîzê rexne kirin û ji bo bandorên bahozê werin çareserkirin, tenduristiya welatiyan were parastin û tedbîrên pêşîlêgirtinê werin girtin, daxwaza tedbîrên lezgîn kirin.
Di salên dawî de, bahozên tozê li bakurê parêzgeha Sîstan û Belûcistanê bi berdewamî jiyana rojane ya niştecihan têk dane. Lêbelê, niştecih dibêjin ku negirtina biryarên di wextê xwe de û ne rêvebirina bi bandor a rewşên krîzê maliyetên mirovî û civakî ya bûyerê hîn zêde kiriye.