Li Îranê ji ber bahoza tozê 191 kesan rakirin nexweşxaneyê
Ji ber bahoza tozê ya ku ev nêzî hefteyekê ye li parêzgeha Sîstan-Belûçistan a Îranê berdewam dike, hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyan û kesek jî jiyana xwe ji dest da.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230629-20230629-690x390cc-v-29-06-2023-iranda-toz-firtanasi-jpg30a4fc-image-jpg17a9f2-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Li bajarên Zabul, Zehek, Hamûn, Hirmend û Nimrûz ên eyaleta Belûçistan a Îranê, di nava 6 rojên dawî de hezar û 191 kes ji ber bahoza tozê sewqî nexweşxane û navendên tenduristiyê hatin kirin.
Hat diyarkirin hezar û 19 kesên ku sewqî nexweşxaneyan hatin kirin wek nexweşên derve hatin dermankirin û tedawiya 171 kesan jî dewam kir. Hate hînbûn ku ji ber bahoza tozê kesek miriye.