Azza Kamel: Li Misirê em bi hunerê balê dikşînin ser pirsgirêkan

Seroka Weqfa Têkiliyan (ACT) Azza Kamel, diyar kir ku li Misirê li dijî şîdeta li ser jinan zêde bûye, pirsgirêkên ‘zewaca bi peyman’ û ‘sineta jinan’ bi armanca şiyariyê bi hunerê têkoşîna xwe didomînin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Li Misirê hê jî şîdet, qetilkirin, sinetkirina jinan, zewaca di temenê biçûk de, bi zorê zewaca bi bedêlî pirsgirêkên civakî yên sereke ne. Di salên dawî de bi taybetî ji ber şerên ku bênavber li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur didomin, pirsgirêka penaberan çêbû. Bi şer re rewşa nebaş a aborî jî bû sedem ku penaberî zêdetir bibe. Penaberên mêr ên ku ji welatên din tên Misirê ji bo bixebitin, ji bo destûra xebat û mayînê bigrin, bi taybetî bi malbatên xizan re li hev dikin û bi zarokên wan re dizewicin.

Di nava civakê de zewaca gelek kesan a bi zorê ku bi navê ‘zewaca bi peyman’ hatiye binavkirin bi zarokên di bin temenê 18 salî re tê kirin. Ev zewac dema ku mêr vedigere welatê xwe bi dawî dibin, jinên ku ji van zewacan ducanî dibin, nikarin zarokên xwe qeyd bikin. Ji bo pirsgirêkên jinan çareser bikin, rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl gelek xebatan kirin. Jin jî di vî warî de hewl didin bi xebatên hunerî rewşa wan were dîtin û zihniyeta civakê biguhere.

Azza Kamel, diyar kir ku ev rewş mêran kêfxweş dike, ji bo jinan jî şîdeta derûnî ya kûr e û got ku ji bo bi ciwanan re şiyariyê çêbikin xebatên hunerî dikin. Azza Kamel, li ser xebatên xwe bersiv da pirsên ajansa me.

*Weqfa ACT’ê li dijî şîdetê têkoşîneke çawa dimeşîne?

Li hêrêmên Badrashin û Hawamdiya yên Misirê ‘zewaca bi peyman’ zêde ye û ev yek ji bo jinan û zarokên keç şîdet e. Ji bo em bi şîdeta ku ji ber ‘zewaca bi peyman’ çêdibe re têbikoşin, li ser gelek bernameyan em xebitîn. Ji bo em bi zarokên keç ên bi mêrên ji herêma Kendava Besrayê hatine, ji bo demek kurt tên zewicandin re şiyariyê çêbikin û pêşî li zewacên bi wî rengî bigrin, me dest bi xebatê kir. Zewacên bi vî rengî li ser jin û zarokên keç bandorên xirab dihêlin. Mêr tenê ji bo kêfxweşiya xwe zewaca bi peyman dikin û dûre vedigerin welatên xwe. Dema ku ji vê zewacê zarokên keç ducanî dibin, nikarin zarokên xwe qeyd bikin.

Peywira weqfê ew e ku piştgiriya hiqûqî bide mexdûran û ji aliyê pisporên di vî warê dedi warê psîkolojîk de rehabîlîte bibin. Her wiha dûre jî ger bixwzin ji bo bixebitin em ji wan re dibin alîkar, û ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibin me kursan vekir. Ji bo jin di warê hiqûqî de ji mafên xwe haydar bin, li cihê ku di temenê biçûk de werin zewicandin, di warî aborî de bikaribin li ser lingên xwe bisekinin em piştgiriya madî didin wan. Ji bo pişgiriya bi mexdûrên zewaca bi peyman re em bi hewldanên ciwanan ên li herêmê hatine destpêkirin re hevkariyê dikin.

Bi sînemayê armanca me ew e em şiyariyê çêbikin

*Ji bo hûn bandora van pirsgirêkan li ser civakê kêm bikin xebatên we yên hunerî hene. Gelo hûn dikarin behsa van xebatan bikin?

Ji bo em li ser pirsgirêkên jinan bisekinin, em bi hunerê dest pê dikin. Bi vê yekê em li ber ciwanan hîn dikin ku bi telefonên cêbê bikşînin. Her wiha di warê avakirina koma şanoyê de jî perwerde dikin. Sala par em li ser zewaca bi peyman û sineta jinan xebitîn. Me dît ku gelek zarokên keç dixwazin hînî derhênerî, kişandina wêne û montajê bibin hene. Projeyek bi navê ‘Di sînemayê de Ew’ ku armanca me ew e em 50 zarokên keç û jin hînî çêkirina fîlm bikin heye. Armanca me ew e di warê hunerê de em yekdestiya zayend bişkînin û jixwe studyoya mezin a weqfa me heye.

*Gelo sedema zimanê mêr ê sînemayê çi ye?

Sedem zêdetir bi şîrketên çêker ên li Misirê ve girêdayî ne. Bi welatên kendavê yên Ereb re têkiliyên wan ên nêz hene û ev yek jî bandorê li ser beşdarkirina jinan a sînemayê dike lê ev yek hêdî hêdî diguhere. Gelek hunermendên weke Nelly Karîm û Mona Zakî, bi serlîstikvaniyê îmze avêtin bin serkeftinan. Derhênerên jin ên weke Maryam Abu Auf, Aiten Amîn, Hala Khalil, bi vê yekê derketin pêş. Hinek jî hewl didin bi vê xebatê behremendî û hêjabûna xwe îsbat bikin. Ji bo jin li vê qadê vegerin bangên ji bo teşwîqkirinê jî didomin.

Planên nû yên weqfê çi ne û gelo ji ber şerê li Sûdan û Xezayê, xebatên we bi bandor bûn?

Bêguman xebatên me di van demên dawî de ji ber şerê li Sûdan û Xezayê bi bandor bûn. Planên ku me kiribûn me pêk neanîn. Şerê li Xezayê ku di dîrokê de mînakên wî tune ne pir bandorê li ser me kir. Ger em behsa planên xwe yên sala nû bikin, li Misirê ji bo em cihê taybetmendiyên nexşeriya femînîst, sazî û hewldanên femînîst diyar bikin xebatên me hene. Ligel zehmetiyên ku dikşînin, derfetên ku bi hev re têkiliyan daynin û bi hev re bixebitin, vîzyona xwe bi pêş bixin hene lewre di rewşên wiha de ev pêdiviyeke mecbûrî ye. Ligel piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinên mexdûrên zewaca bi peyman, di serî de mijara sinetê, em ê têkoşîna xwe li dijî şîdeta li ser jinan bidomînin. Her wiha em merheleya projeyên “Di sînemayê de jin” û “Mobîl sînema” jî dişopînin.