Azra Gulendam Haytaoglû hat oxirkirin
Cenazeyê Azra Gulendam Haytaoglû ku mêrê bi navê Mûstafa Mûrat Ayhan li Antalyayê destpêkê destdirêjî lêkirî û paşê jî bi awayekî hovane qetilkirî, li navçeya Kadîrlî spartin axê.
Navenda Nûçeyan - Azra Gulendam Haytaoglû ya li Antalyayê ji aliyê mêrê bi navê Mûstafa Mûrat Ayhan yê 48 salî ve rastî dest dirêjiyê hatî û paşê jî bi awayekî hovane ew qetil kiribû, li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê hat definkirin.
Cenazeya Azrayê ji bo merasîmê anîn hewşa Dibistana Seretayî ya Îstiklalê. Malbat û hevalên Azrayê û gelek jin tevlî merasîmê bûn. Piştî vecîbeyên olî cenazeya Azra li Goristana Gundê Dûrmûşsofûlarê spartin axê.