Azîme Denîz:Rêxistbûna gel Şoreşa Rojava bi sert xist

Azîme Denîz a ku di destpêka Şoreşa Rojava de cîh girtiye û bûye şahîdê ev rojên dîrokî got:“Ji perspektîfa netewbûn û hezkirina axê ev şoreş destpê kir. Tişta hişt şoreş biser bikeve rêxistinbûyîna gel bû.”

SÎLVA ÎBRAHÎM

Navenda Nûçeyan- Şoreşa Rojava 12 salan li pêy xwe hişt. Di nav 12 salan de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her  ger qada şoreşê de cîhên xwe girtin û pêşengtî ji civakê re kirin ji ber vê yekê Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê bi nav kirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pergala Neteweya Demokratîk jiyanî bû ruxmê bi salan di bin êrîşên dewleta Tirk de ye nûnertiya îradeya gelên heram Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeç

Rêvebira qada sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ezîme Denîz ku yek ji şahîdê Şoreşa Rojava ye got: "Hemû dewlet û hêz xwe li ser înkarkirina nasnameya gelan ava dikin. Çi cihê lê siyaseta çewisandina nasnameyê û îradeyê hebe komplo lê çêdibin. Rojava jî di vê rewşê de jiyan dikir ji ber wê demografiya wê û gelê wê herdem rûbirûyî êrîş û hedefgirtinan dihatin. Ji perspektîfa netewbûn û hezkirina axê ev şoreş destpê kir. Tişta hişt ev şoreş biser bikeve rêxistinbûyîna gel bû.”

‘Fikrê Rêber Abdullah Ocalan gel ber bi azadiyê ve bir’

Ezîme Denîz der barê rola fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serkeftina şoreşê de anî ser ziman û wiha got:"Bi rastî em di bin sitarekê de bûn me rastiya xwe nas nedikir ji ber wê em koleyên sîstemên desthilatdar bûn. Tişta hişt em ji bin wan staran derkevin û vegerin rastiya xwe fikrê rêber Abdullah Ocalan bû.” Ezîme Denîz di berxwedana Kobanê ya di sala 2014’an de beşdar bû, yek ji bûyerên pêre derbas bûne bibîr anî û got:“Em şerê bi DAIŞ’ê re rûbirû bûn. Em çend metreyan tenê dûrî wan bûn. Di şer de herdem pêwîstiya mirov bi demê heye ji bo mirov nas bike çawa bi dijminê xwe re şer bike. Me di şerê Kobanê de her gotinek rêber Abdullah Ocalan bi bîra xwe dianî ji bo em bighêjin azadiyê. Me xwest bi rizgarkirina Kobanê mîna ku rêber Apo me pênase kiriye bin. Ji bo welatê xwe fedayî bin.”

‘Jin di Şoreşa Rojava de ruhekî neteweyî û fedayîyeke bilind ava kir’

Ezîme Denîz yek ji gotinên Abdullah Ocalan di pirtûkên wî de bibîr anî dibêje "Fikir, Zikir û Çalakî" û wiha dewam kir:"Di Şoreşa 19 Tîrmehê de li ser bingeha fikrê rêbertî me dikarîbû yekîtiya gelan pêk bînin. Tiştek mîna azadiyê tune ye. Yekîtiya di navbera gelan de jî bê sînor e ji ber hemû gel di heman rewşê de dijîn. Piştî 12 salan ji şoreşê hevbeşiyeke xurt di navbera gelan de heye ji bo doza azadiya li ser bingeha neteweya demokratîk. Netewbûn û parastina welat ji perespektîfên sereke ên mirov xwe di her şoreşê de dispêrê. Jin di Şoreşa Rojava de ruhekî neteweyî û fedayîyeke bilind bi xwe re ava kir û her dem bû xwedî helwest û îradeyeke xurt.”

‘Îrade û perespektîf şoreşan biser dixin’

Ezîme Denîz behsa sedemên serkeftina şoreşê kir û got:"Beşdariya jinan di şoreşê de bi nasnameya xwe yek ji sedemên serkeftina şoreşê bûn. Berovajî şoreş û tevgerên din ên jinan. Armanc bê perspektîf pêk nayên û çi tevger an şoreşeke jinan bi fikrê mêr yan sîstemeke desthilatdar ne şoreşeke azadiyê ye. Şoreşa Rojava berjewendiya gel û azadiya wê ji perespektîfên wê ye. Heta niha wisa ye. Vê yekê hişt gel li dora wê bigere ji ber di siyasetê de hevaltî tune ye. Ferqeke mezin di navbera kesê daxwaza mafê xwe dike û kesê desthilatdariya xwe ferz dike heye.”

‘Şoreşa Rojava bû hedefa dewleta Tirk

Ezîme Denîz di dawî de behsa êrîşên dewleta Tirk ya li ser herama Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû: “Em di rewşeke qirkirinê û bidawîkirina hebûnê de bûn. Dema me dest bi vê şoreşê kir em bûn armanca dewleta Tirk a dagirker. Dema îrade hebe komplo hene. Ji bo gel bigihêje azadiya xwe fikrê rêber Abdullah Ocalan van astengiyan hemûyan radikin. Divê em hemû rastiya Rojhilata Navîn, dîrok û çanda wê nas bikin.”