‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê rê li çareseriyan veke’

Bedîa Mihemed Silêman pêşengeke xebatên cebhewî yên di salên 1980'yî de li gundê Botana biçûk keda Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wê rê li ber şerê çekdarî bigre û çareseriyên siyasî bîne."

SORGUL ŞÊXO

Amûdê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1980'yî de li Rojavayê Kurdistanê tovên yekem ên rêxistinbûyîna gelê Kurd reşand, jinan û malbatên welatparêz ev tov avdan û her ku çû mezin û belav bû. Li ser keda Rêber Abdullah Ocalan a li Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bedîa Mihemed Silêman a 67 salî ku wê demê xebatên cephewî dikir ji me re behsa wan rojan kir. Bedîa dayika şehîd Elî û xwişka şehîd Xorşîd ku di salên 1980 de tevli karwanê nebiran bûne ye.

‘Botana biçûk ji bo her tiştî û di her wextê de amade bû’

Bedîa Mihemed Silêman keda ku Rêber Ocalan li gundê Botana biçûk da û sedema binavkirina wê wiha anî ziman: "Gundê Sinciqa Xelîl, akademiya partiyê bû. Ji bo ku rejîma Baasê bi ser malên civîn û perwerde lê dihatin çêkirin de negire, jinan bi şev û roj nobedarî dikirin. Dema ku dengê serokatî dihat û me lê guhdarî dikir, her dem silavên wî ji bo Botana biçûk ango Sinciqa Xelîl hebûn. Sinciqa Xelîl ji bo her tiştî û di her wextê de amade bû. Gundekî biçûk e lê hevgirtî ye. Xwedîderketinek ne normal ji zarokên biçûk heta kesên temenê wan mezin ji partiyê û nirxên wê re çêdibûn. Me jinan kedek mezin li vir da û hê jî em didomînin. Botana biçûk her kesê hembêz kir û parast. Ocalan li vir tovên azadiyê reşandin û hîmê şoreşa îro ava kir."

‘Rewşa jinên Kurd berê weke kevaniya malê û makîneya anîna zarokan bû’

Bedîa Mihemed Silêman got ku heta beriya ew fikrên Rêber Ocalan nas bikin jinên Kurd ji pêjgehê pê ve tiştekî cuda nizanibûn û wiha domand: "Me nizanibû siyaset çi ye, ji partiyên girêdayî mala Berzanî re tenê me çepik lêdia ew jî ji bo Kurdîtiyê lê em piçûk bûn, me nizanibû armancên partiyên wan, xet û erk û misyona jinan çi ye, heta ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) fermî hat îlankirin. Rewşa jinên Kurd berî naskirina Rêber Apo tenê kevaniya malê, anîna zarokan û jina ku zarok nedianî jî hêwî dihat ser wê. Lê hemwextî vê rewşê Rêber Apo derket, ev bû sedem ku rewşa jinên Kurd were guhertin. Tovê ku Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê çand, di nava çend salan de encamên pir xurt da û gel li dijî desthilatdarî û zilma hikûmetê weke şaneyên mozê hêngiv xwe birêxistin kirin û wekî lehiyê ji bo partiyê kar kirin. Jinên Kurd ên ku berê zarokên wan ji ber wan diçûn, ji qehra guliyên xwe jêdikirin lê dema ku zarokên wan tevli partiyê bûn, lîlandin. Ev mînak rastiya riya Rêber Apo nîşan dide."

Vejîna ziman

Bedîa Mihemed Silêman bi van gotinan bal kişand ser Zimanê Kurdî di serdema rejîma Baasê de: "Rêber Apo nebûya, zimanê Kurdî nedibû. Ji ber ku ji zimanê xwe yê dayikê şerm dikirin Kurdên wê demê bi Erebî diaxivîn, beşek jî hewldanên parastina devokiya Kurdî dikirin. Em wan rojan bi hesreta dibistanek, pirtûkek, hevokek û peyvek kurmancî bûn. Dema zarokên me diçûn leşkeriyê û bi me re diaxivîn, leşkerên hikûmetê li pişt wan bi çek disekinîn ji bo ku bi Kurdî bi me re neaxivin. Asta ku îro herêm gihîştiyê hemû jî keda Rêber Ocalan e."

'Girtina wî tofanek bû dilê gel wekî volkanê dikeliya'

Bedîa Mihemed Silêman komploya ku dikeve 25 saliya xwe bi bîr xist û got: "Rêber Apo çi ava kir û çi nekir! Ne karê gotinê ye, kirinên wî her gotinên wî radixe ber çavan. Serokatiya me ne yê girtinê bû. Jin û gel û netew zana kir, di cîhanê de tiştekî wiha nebûbû û rûneda bû. Kesê ji bo serokê xwe çalakiyên fedayî nekir lê keç û xortên Kurdan kirin. Girtina Rêber Apo weke tofanê bû ji gel re êdî gel weke lehî û volkanan herikî qadan û çalakiyên bi bandor li welatên ku destên wan di komploya navdewletî de hebûn, kirin."

'Azadiya fizîkî ya Ocalan wê ji şerên leşkerî re çareseriyên siyasî bîne'

Bedîa Mihemed Silêman got ku azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan derbeyek e ji berjewendîperestan re û çareserî ye ji qeyran û şerê ku niha li cîhanê dikele re û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Bi qasî ku sûd li Kurdan kir li welatên derve jî dihat kirin. Îro wê li Ukrayna, Filistîn û Kurdistanê ewqas şer, kuştin çênebûya. Serokatiyeke xwedî teqtîk û stratejîk bû. Ger îro Rêber Apo azad bibe, Erdogan wê weke xeterê ji xwe re bibîne. Rêbertiya me zana ye, li şûna berê xwe bide şer wê Erdogan bîne ser maseyê û çareseriyên siyasî li şûna şerên leşkerî bibîne. Ji bo wê divê ku gelê Kurd li Kurdistanê û hemû neteweyên li ser asta herêmê û cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin û ji bo hevdîtina bi malbat û parêzeran re zextê li dewleta Tirk bikin."