Ayşegul Dogan: Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike

Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan di kongreya ANYAKAYDER de axivî û diyar kir ku li her cihê ku diçinê gel daxwaza azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: “Ger gel bixwaze dikare her kesî azad bike.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) bi dirûşma “Bi nirxên xwe yên cewherî ber bi azadiyê ve” li Eywana Dawetan a li Kagithaneyê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist.

Di kongreya ku gelek kesan beşdar bûn, malbatên xizmên xwe windakirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankartên ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ û ‘Em ê birêxistinkirina malbatan tecrîdê bişkînin û meşa xwe ya azadiyê bilind bikin’ hatibûn daliqandin û beşdaran dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.

 Evîn Genc: Divê hemû kes bi erka xwe rabe

Hevseroka ANYAKAYDER’ê Evîn Genç di kongreyê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîrxist ku ew bi tu awayî tecrîdê qebûl nakin û got: “Tecrîdkirina birêz Ocalan tê wateya tecrîdkirina me tevan. Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê hemû kes bi erka xwe rabe.”

Ayhan Yildiz: Her yek ji me şahidê tecrîdê ye

Hevserokê ANYAKAYDER’ê Ayhan Yildiz jî got ku ew li dijî zîhniyeteke ku rêzê ji goristanan re nagire têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Li dijî me dijminatiyeke ewqas mezin tê kirin ku li dijî hevalên me çekên kîmyewî tên bikaranîn û wan qetil dikin. Em tevek jî şahidên tecrîda li ser birêz Ocalan in. Em vê qebûl nakin. Em di nava şertên wiha zehmet de dixebitin. Lê me tu caran gav şûnde ne avêt. Me hewl da pirsgirêkên malbatên xwe çareser bikin û me serdana wan kir.”

Ayşegul Doxan: Divê em xwedî li têkoşîna gel derkevin

Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku qedera kurdan ne tenê li çiya, zindan û sirgûnê ye û wiha got: “Êdî bes e, dem dema serkeftinê ye. Ev sedsal dê bibe sedsala gelan û gelê kurd pêşengtiyê dike. Erê rast e pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye. Dixwazin me asteng bikin, ji hev parçe bikin û bibêjin ‘kurdên baş, kurdên nebaş hene.’ Lê belê armanca wan ew e ku kurd nebin xwedî tu tiştek. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî ev feraset heye. Lewma divê em xwedî li berxwedana gelê xwe ya heta roja me berdewamkirî derkevin. Ji bo vê jî hilbijartinên şaredariyan dê bibe nîşaneyeke girîng. Dê nekarin me ji hev parçe bikin ji ber ku ev berxwedan ne berxwedaneke şexsî, berxwedaneke gelparêz e.”

‘Em ê sîstemê di pêşengtiya Kurdan de biguherînin’

Ayşegul Doxan bi bîrxist ku hewldana ji bo guherandina navê partiya wan heye û wiha pê de çû: “Dibêjin HEDEP, HADEP e. Rast e, HEDEP; HEP e, DEP e, HADEP e, DEHAP e, DTP ye. Ew mîras ne mîraseke nû ye. Em ê bi ser kevin û bi pêşengtiya kurdan vê pergalê biguherînin. Lewma divê em xwe amade bikin, xwedî li xwe derkevin, gel qaneh bikin. Divê ji ewil em li Stenbolê dengê xwe zêde bikin.”

 ‘Ger gel bixwaze wê hemû kesê azad bike’

Ayşegul Doxan axfatina xwe wiha dom kir: “We got; ‘Bê Serok jiyan nabe.’ Madem bêyî birêz Ocalan nabe, ma êdî ne bes e. Her wiha êdî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re jî bes nakin. Her devera em diçinê gel dibêje; ‘Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe.’ Nifte di destê me de ye. Bi tecrûbeya xwe em hîn bûne. Heke gel serî rake dikare her tiştî bike. Heke gel bixwaze dikare her kesî azad bike. Tenê daxwazeke me heye. Em dixwazin Destûra Bingehîn a nû li ser esasên demokrasî, aştî û wekheviyê be. Em dixwazin nasname, ziman û hebûna xwe tê de bibînin. Em tenê dikarin destûreke bingehîn a bi vî rengî qebûl bikin. Divê vê jî bizanin ku heke bi kurdan re tifaqê çênekin dê nekarin bi ser kevin.”

Rêveberiya nû hate hilbijartin

Piştî xwendina raporên xebatê yên ANYAKAYDER’ê, rêveberiya nû hate diyarkirin. Emîne Aslan û Ayhan Yildiz weke Hevserokên ANYAKAYDER’ê û Mehmet Arinç, Turkan Acar, Îkram Guler, Şukran Dîler, Huseyîn Arvas û Zubeyde Gulsul jî weke rêveberiya komeleyê hatin diyarkirin.

 Kongre, bi stranên Koma Hevrayê bi dawî bû.