Ayşegul Dogan: Nexşeriya nû wê bi siyaseta riya 3'emîn bê hûnandin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, der barê encama civîna MYK’ê û Meclisa Partiyê de axivî û diyar kir ku ew ê nexşeriya xwe bi siyaseta riya sêyemîn bi pêş bixin û wiha got: “Nexşeriya me siyaseta xeta sêyemîn e."

Navenda Nûçeyan- Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, der barê encama civîna Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveber a Navendî de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan, ewil 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistan pîroz kir û wiha got: "Tevî bedelên giran riya heqîqetê berdewam dike.

Ayşegul Dogan, anî ziman ku di civînê de nexşeriya xwe diyar kirine û wiha got: “Em weke DEM Partiyê dixwazin di hilbijartina 31'ê Adarê de kê ji bo çi winda kir û kî ji bo çi bi ser ket bi pere parve bikin. Jin û ciwan tevî hemû zext tundiyê jî bi awayekî herî xurt û çalak tevli xebatên hilbijartinê bûn. Hemû beşdarên DEM Partiyê tevî hemû zextan xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Di encama vê xebat û têkoşînê de DEM Partî bû heviya vî welatî. Bû heviya welatekî demokratîk, azad û bi rûmet."

‘Hilbijartinê di şertên wek hev de nehat kirin’

Ayşegul Dogan anî ziman ku partiyên îqtîdarê li dijî DEM Partiyê hemû hêz û derfeta dewletê seferber kirine û wiha axivî: "DEM Partiyê li dijî partiyên ku derfetên dewletê dan pişt xwe şer kir. Ev pêşbirka hilbijartinê di şertên wek hev de bi pêş neket. Hem derfetên dewletê bi kar anî û hem jî Serokkomar Erdogan bi xwe xebatên hilbijartinê meşand. Got 'Yê deng nede xizmet jî ji bo wan tune ye'. Li Kurdistanê leşker û polîs tev kirin hilbijêr û bi hîle û xurdeyan xwestin encamê bistînin. Lê tevî hemû hîle û xurdeyan gel dengê xwe da DEM Partiyê. Gel ji rejîma otorîter re got bes e. Hilbijartina rêveberiyên herêmî ne tenê hilbijartinek ji rêzê ye. Di 8-10 salên dawî de li Kurdistanê şaredarî bi destên qeyûm tên birêvebirin. Rejîma qeyûm li ser kar e.

‘DEM Partî Partiya ciwan, jin û bindestan e’

Ayşegul Dogan, da zanîn ku di vê hilbijartinê de hat dîtin ku DEM Partî partiya Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: "DEM Partî hem partiya Tirkiyeyê ye û hem jî partiya kurdan e. Partiya ciwan, jin û bendestan e. Partiya xwendekar û karkeran e. Partiya hemû beşên civakê ye. Ji ber vê yekê hevî bi ser ket. Pêşeroj bi ser ket. Partiyên serdest divê êdî gavên nû bavêjin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya aştî û demokrasiyê divê gavên şênber û çareseriyê bavêjin. Divê hem muxalefet û hem jî îktîdar vê yekê wisa binirxîne." 

‘Ji Tecrîdê re gotin na’

Ayşegul Dogan bi bîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de ji Qers û Wanê meşên azadiyê pêk hatin û wiha pêde çû: "DEM Partiyê piştgirî da vê meşê. Piştî meşê Newroz hat pîrozkirin. Hilbijêrên DEM partiyê yên di 31'ê Adarê de çûn ser sindoqê çareserî û aştî xwestin. Li dijî şer û polîtîkayên înkarê, polîtîkayên çareseriya demokratîk xwestin. Ji operasyonan re gotin na. Ji tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin re gotin na."

‘Nexşeriya me siyaseta xeta sêyemîn e’

Ayşegul Dogan herî dawî da zanîn ku wan di civînê de li ser nexşeriyê jî nîqaş kiriye û di encamê de nexşerê weke siyaseta riya sêyemîn dane pêş xwe û got: "Me wekî DEM Partiyê ji bo pêvajoya nû li ser hemû rê û rêbazan nîqaş kir. "Ji bo li ser bingeha civaka demokratîk em hemû bawerî, deng û civakan di nava xwe de vehewînin em ê li ser xeta sêyemîn siyaseta xwe berdewam bikin. Di hilbijartinê de hat dîtin ku ji bo DEM Partiyê siyaseta riya sêyemîn bi ser ket. Nexşeriya me siyaseta xeta sêyemîn e."