Ayşegul Dogan: Name gihîştiye Qendîl, Ewropa û Rêveberiya Xweser
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê piştrast kir ku Rêber Apo ji Qendîl, Ewropa û Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê re name şandiye û got: “Wan bi xwe jî ragihand. Me jî ev yek teyît kir.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Navenda Giştî a DEM Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser destserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li hemberî desteserkirinê nerazîbûnên xwe nîşan da weke “kûmpasê” bi nav kir.
Ayşegul Dogan gelê ku tevî zext, êrîş û tundiya polîsan jî dev ji berxwedana xwe bernade, silav kir.
Ayşegul Dogan piştre ev yek anîn ziman: “Walî tên li şûna nûnerên gel, yanî nûnenekî dewletê tê tayînkirin. Bi vê yekê pesnê xwe didin. Dibêjin ku ev ne derbe ye. Bi salan e dibêjin ku ev mijareke herêmî ye û ji sala 2016’an ve ye hewl didin cihên ku di hilbijartinê de bi dest nexistine bi rêyên cuda xesp bikin.”
Ayşegul Dogan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Lihevkirina Bajêr û got: “Bi operasyoneke di bin navê Lihevkirina Bajêr de tişta ku em bi salan e tînin ziman hatiye eşkerekirin.”
Ayşegul Dogan diyar kir ku tu eleqeya wan delîlan bi hiqûqê re tune ne û îfade kir ku armanca wan ew e ku rê li ber serkeftina Kurdan bigirin.
Ayşegul Dogan têkildarî nîqaşên ku Rêber Apo piştî hevdîtinan ji Qendîlê re nameyek şandiye, ev yek anîn ziman: “Ez dixwazim têkildarî vê yekê rasterast agahiyan bidim. Erê rast e ku nameya Birêz Ocalan gihîştiye Qendîl, Ewropa, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kesên eleqedar. Wan bi xwe jî ragihand. Me jî ev yek teyît kir. Name gihiştiye rayedarên KCK’ê yên li Qendîlê, rayedarên HSD’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên KCDK-E û KNK’ê yên li Ewropayê. Em dixwazin were zanîn ku ji bilî Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê li Îmraliyê tu hevdîtinên me pêk nehatine.”