Ayşegul Dogan: Ji bo serketina pêvajoyê divê şert û mercên birêz Ocalan werin guhertin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, der barê geşedanên dawî û pêvajoyê de li navenda giştî ya partiya xwe civina çapemeniyê li dar xist.

Enqere – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê de bal kişand ser qanûna çarçoveyî û destnîşan kir ku ji bo birêvebirina pêvajoyê divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin başkirin. Dogan her wiha bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û bang kir ku divê hemû beşên civakê tev li avakirina aştiyê bibin.

‘Divê hemû beşên civakê tev li xebatên aştiyê bibin’

Ayşegul Dogan, di serî de bal kişand ser qanûna çarçoveyî û wiha got: “Ez di serî de bi qanûna çarçoveyî dest bi axaftina xwe bikim. Di vê çarçoveyê de Desteyeke Şopandin û Tespîtê hat avakirin. Destpêkirina xebata desteyê gelek girîng e. Ev deste divê li gorî rewşa îroyîn tevbigere. Rojên pêşiya me ev deste wê çawa xebatên xwe bike, kîjan beşên civakê di bin banê Desteyê de be, wê diyar bibe. Ev pêvajo pêvajoya avakirinê ye. Divê beşên civakî yên sivîl tev li desteyê bibe û xebatên aştiyê bi rê ve bibe. Em qala avakirina aştiya civakî û demokratîkbûnê dikin. Divê hemû beşên civakê tev li avakirinê bibin.”

‘Pêwîste zimanekî nû bê avakirin, şert û mercên birêz Ocalan werin başkirin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dikaribe bi rêk û pêk pêvajoyê bi rê ve bibe divê şert û mercên wî werin guhertin, baş kirin û ev yek anî ziman: “Daxwaza me ya herî girîng ew e ku ji bo rêvebirina vê pêvajoyê şert û mercên birêz Ocalan e. Rewşa heyî jî nîşanî me dide ku divê şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin. Divê tenê ne bêçekkirin were nirxandin û axaftin, divê ji bo biratiya dîrokî ya Tirk û Kurd pêvajo were birêvebirin. Divê birêz Ocalan bi eşkere vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Em ji bo xurtkirina vê biratiyê di demeke dîrokî de ne. Em dîsa bi bîr tînin ku pêwîste ku zimanekî nû bê avakirin û were axaftin. Pêwistiya Tirkiyeyê pê heye ku aştiyek mayînde û bi rûmet were pêkanîn. Em her tim vêya tînin ziman û vêya dixwazin û têdikoşin. Her çiqas kêmasiyên vê qanûna çarçoveyî hebe jî divê em erênî nêz bibin û bibînin. Ev yek ji bo derbasbûna hêla hiqûqê ve girîng e.”

‘Divê em bi êşên xwe re rûbirû bibin û guh bidin dengê dayikan’

Ayşegul Dogan bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurd ku niha li bajarên Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin, bi bîr xist û wiha got: “Em niha qala aştiyê dikin, divê em bi tiştên berê ku qewimîne re rû bi rû bibin. Divê em êşên xwe nedin hemberî hev. Em niha qala vegeran dikin. Heke pêvajoya sala 2015an bi ser biketa ewqas mirin û şîn jî nedibûn. Divê dê û bavên wan kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane bên cem hev û şîna xwe bi hev re bigirin. Êşên xwe bi hev re bijîn. Dayik aştiyê dixwazin. Dibêjin me zarokên xwe winda kir bila zarokên wan bibin ên dawî. Divê em dengê dayikan bibihîzin. Divê em bi cesaret rabin û bi êşên malbatan re hevrû bibin.”

‘Geşedanên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne’

Ayşegul Dogan, bal kişand ser geşedanên li Rojava-Sûriyeyê diqewimin û wiha axivî: “Em geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Geşedanên li Sûriyeyê, li Tirkiyeyê û yên li herêmê bi hev ve girêdayî ne. Li Tirkiyeyê aştiyek mayînde pêk be dê bandorek mezin li herêmê jî bike. Tiştên li Sûriyeyê niha pêk tên ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Ji bo temambûna entegrasyonê qonaxek derbas bû. Niha qonaxek din dest pê dike. Ji bo yekparebûna Sûriyeyê ev lihevkirin pêşketinek mezin e. Ji bo parastina axa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk bi rolek mezin rabû. Wê HSD’ê niha jî ji bo pêşketina demokrasiya Sûriyeyê gelek xebatan bike. Mezlûm Ebdî heta niha di nav şer de bû lê niha êdî wî vîna siyaseta demokratîk derxist holê. Birêz Ocalan ji bo aştiya herêmê kirdeya herî girîng e. Ji ber ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoş e. Divê êdî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi awayekî fermî dawetî Tirkiyeyê bên kirin.”

Amadekariyên kongreyê

Ayşegul Dogan, her wiha bal kişand ser li darxistina kongreya DEM Partiyê ya asayî ku dê di 6ê Îlonê de li Enqerê warê lidarxistin û destnîşan kir ku amadekariyên kongreya wan didomin û ew vê kongreyê bi awayekî girseyî li dar naxin. Ayşegul Dogan anî ziman ku ev kongreya asayî amadekariya kongreya mezin e ku di demên pêş de li dar bixin.