Ayşegul Dogan: Em ê namzetan di 29'ê Çileyê de bidin nasîn

Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan, diyar kir namzetên cihên ku dengdana gel a têkildarî hilbijartinên herêmî hatiye kirin, wê di 29'ê Çile de bên diyarkirin û der barê Dêrsimê de jî wiha got: "Dêrsîm bêyî DEM'ê nabe û ji DEM'ê nayê qûtkirin.”

Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, der barê civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku ji duh ve berdewam dike de, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 

Ayşegul Dogan li ser salvegera 9'an a rizgarkirina Kobanê axivî, bal kişand ser gotinên Tayyîp Erdogan ên wê demê gotibû 'Kobanê li ber ketinê ye' û got, "Salvegera 9'emîn a rizgarikrina Kobanê ji tarîtiya DAÎŞ'ê ye. Weke DEM Partiyê em vê bi bîr dixin û yên ku mizgîniya vê ronahiyê dane bi bîr tînin û diyar dikin ku minetdarê wan e. Salvegera rizgarkirina Kobanê li gelan hemûyan pîroz be."

‘Gel berpirsyariya xwe bi cih anîn’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan der barê dengdana gel a li bajarên Kurdistanê got, "Pêvajo temam bû. Li bajarên Kurdan mînakeke ji demokrasiya rasterast pêk hat. Me ne tenê namzetên hevşaredariyên xwe hilbijart, di heman demê de endamên me yên meclîsa bajêr hatin erêkirin û biryar bi temamî ji qada xwecihî re hate hiştin. Em ê hurmetê nîşanî encama dengdanê bidin û van encaman qebûl bikin. Di heman demê de em ê îtirazan binirxînin û li cihê ku bêûsûlî bê tespîtkirin wê mekanîzmayên têkildarî mijarê binirxîne û înîsiyatîfê ji qada xwecihî re bihêle. Me barê ku dikeve ser milê xwe pêk anî û gelan jî berpirsyariya xwe bi cih anîn.

‘Em ê namzetên xwe di 29'ê Çileyê de li Amedê bidin nasandin’

Ayşegul Dogan, da zanîn ji bo danasîna namzetan xwe dest bi amadekariyan kirine û wiha got: “Civîna danasînê wê di 29'ê Çileyê de li Amedê pêk were. Em ê namzetên xwe yên li herêmên me yên hilbijartinê hatine diyarikrin di 29'ê Çileyê de li Amedê bidin nasandin."