Ayşe Gokkan û pêvajoyên guherînên têkoşîna jinê

Berdevka TJA Ayşê Gokkan ku 35 salan bê navber têkoşîna jinê dayî meşandin hat girtin. 83 caran hatiye biçavkirin 200 caran zêdetir lêpirsin lê hatine vekirn. Di derbarê Ayşê Gokkan ji ber bi şupha ji dagdehê reviye hate girtin. Di dadgehê de got; ‘Ji ber ez jinim û Kurdim dibin îşkencê de me û li dijî vê yekê têkoşînê dikim. Li ber xwe didim mafê kesê ninê vê ji bo min weke suc bibine.’ Beriya biryara girtina Ayşê Gokkan ew roportaja me li gel kiriye emê bi were parve bikin.

Berdevka TJA Ayşê Gokkan ku 35 salan bê navber têkoşîna jinê dayî meşandin hat girtin. 83 caran hatiye biçavkirin 200 caran zêdetir lêpirsin lê hatine vekirn. Di derbarê Ayşê Gokkan ji ber bi şupha ji dagdehê reviye hate girtin. Di dadgehê de got; ‘Ji ber ez jinim û  Kurdim dibin îşkencê de me û li dijî vê yekê têkoşînê dikim. Li ber xwe didim mafê kesê ninê vê ji bo min weke suc bibine.’ Beriya biryara girtina Ayşê Gokkan ew roportaja me li gel kiriye emê bi were parve bikin.
Navenda Nuçeyan - Berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşê Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta “endam û rêvebera rêxistinê” ye doz lê hat vekirin, hat girtin û şandin girtîgehê. 
Di dadgehê de Ayşê Gokkan dibêje ji ber ez Kurdim û jinim bi salane sext li min tê kirin.
Ayşê Gokkan di ifadeya xwe wiha dibêje: Ev 35 sale ez têkoşîna jinê didim meşandin. Dema KCK nebûyî jî min di xebatan de cihê xwe girt. Ma di wan deman de kê telîmat dida min. yên ku şahidin ku di derbarê min de ifade daye li gel min di heman xebatê de cih digrit. Yê ku li gel min xebat dikir suc nekiriye, min suc kiriye.  Min hertim li dijî desthilata mêr têkoşîn daye û têkoşîne didim jî. Ma çima ez di têkoşina jinê de cih digrim? Dema ez diçûm dibistana seretayî ji ber ez bi kurdî di axivîm mamostayê min bi darê li neynokên min dida. Min ev êş qet ji bîr nekiriye û ez ji bîr jî nakim. Ji roja destpêkê ya min dest bi dibistanê kirî heta niha ji ber ez jinek kurdim hertim di nava îşkenceyê deme. Min hertim li dijê vê têkoşîn daye û li berxwe dididm ji bo vê kesek nikare vê weke suc ji bo min bibîne. Di heman demê de dibêjin ji mêran telimatan digre. Ne hedê tu mêrane ku ez ji wan talimatan bigrim. Di derbarê Ayşê Gokkan de gelek lêpirsîn hatine kirin dibeje ji ber an lêpirsinan jî qet ez ne revîme û narevim jî û eze têkoşîna jine berdewam bikim. 
Bi caran hat darazandin.
Ayşê Gokkan ji vê dosyê heta niha 8 mehan li girtîgehê maye û hatiye berdan. Ayşê Gokkan naveke ku 35 salan di nava têkoşîna jinê de cih girtiye. Di hilbijartinên xwecihîya ya 29’ê Adara 2009’an de rêjeya dengan ya ji %83 weke hevşaredara DTP ya Nusêbinê hat hilbijartin. Di rêvberiya gelek partiyên weke HADEP, DEHAP û DTP cihê xwe girtiye. Di gelek rojnameyan de gelek caran qonciknivis ivisandiye, di derbarê mirinên jinan bi nivisandina gelek  belgesel û pirtuka jî tê nasin. 83 caran hat binçavkirin, di derbarê wê de 215 doz hat vekirin û bi caran ji ber endama rêxistinê ye hate darazanadin.   
Beriya Ayşe Gokkan were girtin ropotaja ku me li gel kirî emê bi were parve bikin. 
Dema sistema mêr kilif di guhere, me zanî bijîn
Di sedsala 20’an de enca berxwedanê çibû?
Di sedsala 21’an de têkoşîna hemû jina û tevgera jinên azad ev 40 sale li Rojhilata Navîn de em têkoşina jina azad didin meşandin. Em hem bûne şahidê sedsala 20’an û 21’an. Tevgera me herdû sedsal ji hembêz kiriye. Karektera têkoşîna jinên li Rojhlata Navîn û yên Avrupa ne hamene. Me ne dizanî jinên femînist têkoşîek çawa dide meşandinn. Ji ber me li Kurdstanê jiyan dikir.  Li vê derê şerek dijwar hebû. Dema me li dijî faşîzma tirkiye det bi têkoşînê kiri di salên 80’an û 90’an de karektera têkoşîna bi Sakine Cansîzan di girtîgehan de destpê kir û bu karektera têkioşîna azadiya jinê.
Karektera sedsala 20’an; Rusya nu têkelelî sovyetê birbû, di wan deman de di gotin demê şerê sar. Wê demê Amerîka dizanî bandorek wê li ser Rusya heye. Amerîka dixwest bi wêre Rusya bibe yek hêz. Wan deman Amarika da ku şoreşê têk bibe sosyalizimê weke xeterî didîtin.
Her çiqasî bandora soyalizmê hebe jî azadî mumkun jî be lê belê ew cihên ku lê bandor kiriye netew dewlet bûn. Êdî di netew dewletan de bandora sosyalizmê kêm birbû. Bandora şoreşê hebû lê dema hat xirakirin bandorek mezin li şuna xwe hêla.  Ji ber vê jinên sedsala 20’an  gihan wê qeneetê ku hemu netewdewlet çêkera ataerkile. Ne tenê em femînistên sosyalist û feministên radikal jî tespîta sedsala 20 wisa girtin dest. Ne tenê sedasala 220’an sedsala 21’an jî bi sekeftî nebû, li beramberî dinamîkên azadî dixwazin re tune bû. 
 Şert û merc, avantaj û dezavantaj di têkoşîna jinê de derfetên ku  di sedsala 21’an de derketî çine?
Karektera ataerkila sedsala 20’an me di sedsala 21’an de bi leztir tehşir kir. Bandora medya yê gelek hebû. Wekir ku em hamû anîn gel hev. Weşan gelek pêşketine me bi awayek lez xwe gihand xeatên wan. Êdî berxwedan li menetqeyên me û berxwedana jinê û ya tevgera azadiyê êdî deng da cîhanê. Edê behsa têkoşina azadiyê jinê dikirin. Edî têkoşina azadiya jinê ya li Kurdistanê nas kirin. Karektera sedsala 21’an li gora me wihaye. Sedsala 21’an li gora dinyayê bingehê reel sosyalizim, emperyalizimê û faşîzmê ataerkile. Demoqrasî, din, zayendparêzî – netew jî hemû çêkerek ataerkile. Navenda ataerkilan ji bo xwe hagomonyayn biçuk avakirine  di xazin jinê bi fetisinin. Her çiqasî me ev kaerekter deşifre kiribe jî disa jî bi rêveberiyên zirav jin kirin kola. Di sedsala 20’an me li diji hevjina ji yekê zêdetir, hewî û li dijî namusê me têkoşin da meşandin. Lê belê sistema modernieya kapitalist di sedsala 21’an de li dijê hevjina ji yekê zêdetir metres, li dijê cinayetên namusan aşk û li dijî hesuditiyê ji romantizin derxist holê. Ji bo erd neyê cudakirin û holding neyên parçekirin bi zorê jinan didin zewicandin me vê di sedsala 21’an de dît ku hina ji şideta li dijî jinê dewam dike, lê tenê qilifê we tê guhertin û bi awayek modern cardin li dijî jinê tê bi karanîn û jin tê kolekirin.
Di sedsala 20’an de hizbukontra di sedsala 21’an de DAIŞ
Di sedsala 21’an de li dinyayê miletê şoreşger parastina xweya cewherî bi çekê dike. Bi tayet li Kurdistanê. Li tu derên cîhanê berxwedaniya 40 salan nîne. Di salên 90’an de hêza bi navm hizbukontra avakirin û li dijî jinan bi kar di anîn bi kêrê êrîşî jinê dikirin di hatin kuştin. Di sedsala 21’an de jî navê wan bûn DAIŞ û Bako Haram. Her çîqasî di sedsala 20’an de me têkoşîn kiribe jî di sedsala 21’an de jî bi qilifên û navên cuda cardin derket holê. Lê belê li beramberî hemûyan me têkoşina xwe berdewam kir.
Di vê pêvajoyê de têkoşîna jinê xwe dispêra kijan dinamikan û karekterek çawa bi xwere avakir?
Dinamikên jinan ji hevdû cudane. Netew dewlet dixwaze hmuyan parçe bike. Dixwazin qadên tendirustî, perwerde, siyasî,qanun, ziman û kulturê bi ataerkilê pêş bixin. Dema jin bi têkoşinê di gihin zaninekê û dibin xwedî tecrube di rabin ser piyan, li dijê vê ji li her derê êriş dikin li ser jinê. Jin di sedsala 21’an de hatin gel hev. Tu cudahiya jinên xwedî dîplome û yên di malêde di runun nîne. Ev hem li gora mêr hem ji li gora dewletê hemane. Li her cihên jiyanê li dijê jinê buyerên taciz û tecawizê tê jiyin. Em ji jiyana bi here me destpêkê di malên xwe de da destpêkirin û pişrte lu hemû qadên civakê me da pêşxistin. Ne tênê ji bo jinan ji bo hemû ferdê civakê me bi hevre xebat kirin ê me têkoşin kir di nava wana de Êzidî, Alewî, Kendali, Suryanî, û Kurd hene. Me bi van jinan re jiyan bi hevre hunad. Bi hevre jiyankirin netenê ji bo mêran ji jinan re jî derbazdare. Di sedsala 20’an de hêzên hegomon qilif guhert lê belê me ev yek deşifre kir.
Di tevayî cîhanê de dinamîkên cuda derket holê
 Mêran çawa dinya parçe kir; gotin Avrupa navenda demoqrasiyê ye, Amerîka ya teknolojiyê ye,  Rusya ya xwe parastinê, Afrîqa, Rojhilata Navîn û Asya weke herêmên paêde mayî bi nav kirin. Lê belê bi têkoşina mere bi taybet di felsefeya birêz Abdullah Ocalan de cih girtî de dibêje; ‘Dema jin azad bibe, civak jî azad dibe’ ji tevgera azadiyê re bû hêviyek . ji ber vê jî tvgera jinê di nava vê parçebûnê de gotin ‘em jinin ne namusa kesê ne’ li herderê cihanê cihê xwe girt.
Tevgera Metoo bi vê awayî ket rê. Faşizma nu û neo faşizim nine ki dibe desthilatdar li gora xwe şekil dide û ji xwere dibêje neo. Lê belê post-neo nine. Bi van herdû tegihan dixwazin têkoşinê ji holê rakin. Minak em dibêjin ji hewiyan re na, ma emê çawa metrestiyê bi pejirînin. Di pêşî de di gotin postmodrn ji ya nu re jî dibêjin neo liberal. Em weke jin hemu karekterên mêran yên sedsala 21’an weke şifreyên mêran digrin dest. 
Di sedsala 21’an de têkoşîna jinê, pêşengtiya wê ya ji bo civakê, sekna wê ya politik li ser vê bingehê berfirehiya tekoşinê wê çawa be?
Weke tevgera jinê em kirin 4 parçe, di rastiyê de em ne 4 parçane dewletê em kirin 4 parçe da ku me bi rêb-ve bibin.  Hem kurd kirin 4 parçe hem ew herêm jî parçe kirin. Ji ber vê ji ew jinên li Rojhilata Navin me hemû rêxistin kirin her yek ciranê xwe rêxistin kir pîştre ew jinên li Avrupa jiyan dikin me rêxistin kirin. Ji ber vê di vê sedsalê de me zincira rêxistinkirina jinê berfireh kir. 
Jin guherin û veguherinê bi hev re dijî
Minak me xwe di kurdistanê de weke yekitiya kurt rêxistin kir. Bi TJA’yê re me jinên bi li tirkiyê yên bi komligên cuda rêxistin kir. Me kongfaransa Rojhilata Navin kordine kir û li darxist. Ev yekem bû.  Ji ber vê sedemê ji em bun rêxistina jinên cihanê. Di meşa jina ya cihanê de em delegasyonên jinên rojhilata navîn bûn. Di konfaransên jinan yên cihanê de me weke koordinsyona jinên kurd cihê xwe girt. Me jinên Afrika cuda rêxistin kir.  Tevrubeyên Başûrê Afriqa Êtecrubeyên jina hene.dî dinamikên jinên cihanê û rêxistinên jinan bi hevre guherin û veguherînan çêdikin. Dema em û jinên Efrîqayê hatin ba hev me qala kampaniyeya xwe kir, wan jî anîn ziman ku bi heman pirsgirêkan re tên ru hev. 
Dema mirov demboriyê bigire dest û bi roja îro ve bîne ba hev di têkoşîna jinan de bandorek çawan daye çêkirin?
Bêguman guherînên mezin çêbûn û me tecrube girtin. Berê têkiliyên me bi jinên din ên cîhanê re nebû, ji ber li herêma me şer hebû. 40 salin li Kurdistanê şer berdewame. Wê pêvajoyê me nedizanî feminizim çiye, dema ji me têkoşîna jinê dihat pirsîn jî me digot ‘Îdeolojiya Azadiya Jinê’ ye. Dema em bi jinên cîhanê re dihatin ba hev, ji me re digotin; ‘hun feminsitin’ me digot ‘ew çiye?’ Ji ber me nedizanî feminist çiye. Nezan li me dinêrîn, dema ku tecrube û têkoşîna me nasîn êdî nêzîkatiyên wan guherîn. Pergala Konfedral a Jinan di rojeva wan de nebû ji me hînbûn. Êdî hevjiyana azad û jineolojî ango zanista jinê xistin rojeva xwe. 
Ji Cemiyeta Teali heta TJA yê Tevgera Jinên Kurd 
Ji Cemiyeta Teali ya Jinên Kurd a sala 1919’an di pêvajoya Împaretoriya Osmaniyan de li Stenbolê hatî avakirin heta Komeleya Jinên Şoreşger û Demokrat (DDKAD) ê têkoşîna jinên Kurd li çar aliyê cîhanê rolek giring di têkoşîna jinan de girtiye. 
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) a 2005’an hatî avakirin 1’emîn Kongreya xwe di navbera 31 û 1’ê Sibatê de bi diruşma “Bi jinên ber bi azadiyê ve dimeşin ber bi netewa demokratîk ve” lidarxistin. Di sibata 2015’an de bi kongreyekê DOKH’ê biriyara veguherî Kongreya Jinên Azad (KJA) da. Dema ku bi biriyara KHK’ê KJA hat girtin vêcarê jî bi bin bane Tevgera Jinên Azad (TJA) yê de xebatê xwe domand. Di dema tundî û girtin zêde de 1-2’ê sibata 2020’an 3’emîn bi diruşma “Em jinin ji bo azadiya xwe û guherînê em li ser piyanin konferansa xwe li darxistin. Di konferansê de Ayşe Gokkan weke berdevk hat hilbijartin.