Ayşe Erdogmuş Seçgîn: Jin welatê jinê ye

Nivîskar û mamoste Ayşe Erdogmuş Seçgîn li 10’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bal kişand ser hêza xwendinê û anî ziman ku ew ê hemû dahata pirtûkên xwe wekî burs bidin xwendekarên jin.

EKÎN STÊRK

Amed – 10’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve bi hevkariya Komeleya Weşanxaneyên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed (DTSO) tê lidarxistin, di 26’ê Îlonê de li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê vebû. Di vê pêşangeha ku dê heta 4’ê Cotmehê berdewam bike de, gelek weşanxane standan vedikin û ji aliyê xelkê Amedê ve eleqeyek mezin heye.

Nivîskar û mamoste Ayşe Erdogmuş Seçgîn ku pirtûkên wê yên "Jiyanê Çi Da Min" û "Ji Xwe Dest Pê Bike" di pêşangehê de tên pêşandan, li ser pêşangehê axivî û nirxandinên girîng kirin.

Ayşe Erdogmuş Seçgîn, diyar kir ku du pirtûkên wê hene û got: "Yek ji wan pirtûka min a 'Destpêkirina Bi Xwe' ye. Ew pirtûkek e ku ez li ser xwendekarên xwe diaxivim. Min hemû dahata vê pirtûkê wekî burs ji xwendekarên jin ên ku li zanîngehê dixwînin re bexş kir. Vê yekê ez kêfxweş kirim. Vê armanca pirtûkê ji weşandina wê zêdetir min kêfxweştir kir."

Der barê pirtûka xwe ya nû çapkirî ya bi navê "Tiştên ku Jiyanê Da Min" de, Ayşe Erdogmuş Seçgîn got: "Min îro li vir li fuarê yekem car pirtûka xwe îmze kir. Ez hatim vê derê ku wê bi heval û nasên xwe bidim nasîn. Dîsa, em ê dahata vê pirtûkê wekî burs ji xwendekarên jin re bexş bikin. Weke jin, weke endamên vê civakê, em li vir dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Em jinên ku dixwînin, dinivîsînin, mafên xwe dizanin û şervan in. Em li vir in ji bo ku civaka xwe bicivînin, jinên xwe ronî bikin, wan bextewar bikin, an jî rasttir, riyên bextewariyê kifş bikin."

‘Amed nivîskaran bi tenê nahêle’

Ayşe Erdogmuş Seçgîn, destnîşan kir ku Fûara Pirtûkan a Amedê cara 10’emînê tê lidarxistin û diyar kir ku fuarê malovaniyeke mezin kiriye û got: "Amed nivîskarên me qet bi tenê nahêle. Çi nivîskarên ji derveyî welat bin, çi jî yên li welatê me bin, eleqe pir zêde ye. Her çendî firotin pir zêde nebe jî derfeta hevdîtin, sohbet, civakîbûn û kifşkirina jêhatiyên nû ji bo me pir bi qîmet e. Fuar dê heta 4’ê Cotmehê berdewam bike û hemû xwendevanan vedixwînim”.

‘Heke jin bextewar bin cîhan bextewar e’

Ayşe Erdogmuş Seçgîn bi gotinên; "Heke jin bextewar bin, cîhan bextewar e," wiha domand: "Me nîvê cîhanê anî dinyayê û nîvê wê em in. Ji ber vê yekê, bextewarî mafê me ye. Ez jinan vedixwînim ku têbikoşin. Bila ew di jiyana xwe de cihekî baş bi dest bixin. Mafê me hemûyan heye ku bi bextewarî, aramî û xweşik bijîn. Ji ber vê yekê, werin em hemû bixwînin, binivîsînin û piştgiriyê bidin hev. Jin welatê jinê ye."

‘Hejmara jinên ku dixwînin û dinivîsînin roj bi roj zêde dibe’

Ayşe Erdogmuş Seçgîn diyar kir ku hejmara nivîskarên jin ên li dijî sîstema feodal derdikevin roj bi roj zêde dibe û got ku di demên berê de jin ji nivîsandinê dûr dihatin girtin. Ayşe Erdogmuş Seçgîn wiha domand: "Dema ku em li sedema nenivîsandina jinan di demên berê de dinêrin, dibînin ku ji ber ew di cîhaneke piçûk de asê mabûn nedinîvandin. Mezinkirina zarokan pêşî dihat, dûre jî çêkirina xwarinên xweş li metbexê. Jinên karker nikaribûn dem bibînin, bixwînin an binivîsînin. Lê her ku hişyarî zêde dibe, jinên me niha dixwînin û dinivîsînin. Hejmara pirtûkan roj bi roj zêdetir dibe. Ev rewşeke xweş e ji bo civakê. Ez bi dil û can bawer dikim ku di pêşerojê de dê bêhtir bibe."

Ayşe Erdogmuş Seçgîn, kêfxweşiya xwe ya ji ber eleqeya jinan a ji pêşangehê anî ziman û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku jin tên pêşangehê, bi rastî pirtûkan lêkolîn dikin. Dema ku pirtûkek bala wan dikşîne dibînin, dixwazin wê bikirin. Ji ber vê yekê erê, ez hevalên xwe yên mêr cuda nakim lê bêguman jin bêhtir eleqedar dibin. Wekî mamosteyek, ez dikarim vê bibêjim; dema ku li pola xwe dinêrim, koma ku herî zêde dixwîne her gav keç in. Ji ber vê yekê eleqe pir baş e. Jinên me eleqeya xwe nîşanî pêşangehê didin. Em ji vê yekê kêfxweş in."

‘Ji bo nivîsandina pirtûkek pêdivî bi ezmûn û demê heye’

Ayşe Erdogmuş Seçgîn destnîşan kir ku nivîsandina pirtûkek bi serê xwe ne karekî hêsan e û got ku ew hewceyê ezmûn û demê ye, wiha berdewam kir: "Nivîsandina pirtûkek hewceyê ezmûnê ye. Pêdivî heye ku hûn pir bixwînin. Pêdivî heye hûn demê veqetînin. Çawa ku jinek hewce dike ji bo pîşeya xwe demê veqetîne pêdivî heye ew jî ji bo nivîsandina pirtûkek demê veqetîne. Rojê herî kêm 3-5 demjimêran hewce ye. Bêguman, nemaze di destpêkê de, hebûna mirovên ku dê piştgirî û alîkariya we bikin pir bi qîmet e. Ger hûn bi kesek wisa re hevdîtin bikin, tişt baş diçin. Lê heke hûn kesên wisa nebînin, bêguman, hemû kar dikeve ser milên we."

Ayşe Erdogmuş Seçgîn diyar kir ku nivîsandin, çapkirin û belavkirina pirtûkek ne hêsan û wiha domand: "Nivîsandin, çapkirin û belavkirin ne karên hêsan in lê pekan e. Bi gotineke din, heke jinek bixwaze, ew dikare van hemû tiştan bike û bi van hemûyan re mijûl bibe."

‘Telefon nikare şûna pirtûkek bigre’

Di dawiyê de, Ayşe Erdogmuş Seçgîn, bang li xwendevanan kir ku pirtûkan bixwînin û wiha bi dawî kir: "Bi rastî jî eleqe heye, xwendin heye. Xwendin mirovan bi cîhanên cuda dide nasîn. Telefonên ku em di destên xwe de dibînin bi rastî bala me dikşînin. Berê mirovan bêhtir dixwend. Her ku teknolojî bi pêş ket, xwendina pirtûkan kêmtir bû. Lê divê were zanîn ku telefon nikare şûna pirtûkek bigre. Ji ber vê yekê, ji bo me hemûyan tişta xweş ew e ku xwendevanên me eleqeyê nîşan bidin, pirtûkên nû bixwînin û binirxînin."