Ayşe Altan a ku hat qetilkirin ber bi întiharê ve hatiye kişandin!

Ayşe Altan sala borî di meha Îlonê de li Amedê ji aliyê Abdulhemîd Altan ku pê re zewiciye hatiye qetilkirin, hat zanîn ku salakê ji aliyê fail ve ber bi întiharê ve hatiye kişandin, dema ku întihar nekir hatiye qetilkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Tirkiyeyê di salên dawî de tundiya li dijî jinan û qetilkirin zêde bûye. Li gorî çeteleya Jinnewsê; di sala 2023’an de herî kêm 320 jin hatine qetilkirin, 189 jin jîn jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Sala borî di meha Îlonê de Ayşe Altan ku ji aliyê Abdulhamîd Altan ku pê re zewiciye hat qetilkirin. Derket holê ku Ayşe Altan ku tundiya sîstematîk didît û di qonaxa hevberdanê de bû, der barê qetilkirina wê de doz hat vekirin, di dosyayê de fail Abdulhemîd Altan salek û nîv ji bo Ayşe Altan întihar bike hewl daye.

Piştî gotina ‘şansek din bide’ hat qetilkirin!

Bûyera ku çêbûye li navçeya Peyasa Amedê di roja 16’ê Îlonê de pêk hat. Li ser îxbara zarokên ku di mal de gotin ‘dayika me miriye’ tîm hatin malê, ditin ku Ayşe Altan jiyana xwe ji dest daye. Ayşe ji bo kar û barên otopsî rakirin nexweşxaneyê, fail Abdulhemîd Altan ku ji cihê bûyerê reviya, piştî bûyerê rojekê li navçeya Qosera Mêrdînê çû qereqolê xwe radest kir. Piştî ku îfadeya fail hat girtin, şandin girtîgehê. 

 Piştî bûyera ku hatî jiyîn mirovên Ayşe Altan, gotin Ayşe 7 salan di jiyana xwe ya zewacê de rastî tundiya sistematik hatiye. Ayşe Altan ku bi caran dixwest hevberde û ji ber zextê hevneberda, li beramberî Ayşe Altan zexta fîzîkî û pisîkolojîk bi salan berdewam bû. Bi daxwaza hevberdanê dema ku Ayşe Altan çûyî mala malbata xwe car caran bi gotinên ‘zarokên we hene, şansek din bide hevjînê xwe’ hate zivirandin. Ji aliyê Abdûlhemît Altan ve ku parastina tehrîkê dikir bi çekê hat qetilkirin.

Fail salek û nîv bi întiharê gef li Ayşe xwaribû!

Lêpirsîna der barê mijarê de ku ji aliyê Serdogeriya Komara Amedê ve hat destpêkirin temam bû, di îdianameya ku hat amadekirin de ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin. Îfadeyên fail, lêkolînên cihê bûyerê, rapora otopsiyê di îdianameyê de cih girt, xwest ku ji sûcê ‘Li dijî hevjînê bi zanabûn û qestî kuştin’ bê cezakirin. Mêrê fail di îfadeya xwe de parastina tehrîkê kir, li xwe mikur hat ku salek û nîv Ayşe Altan ber bi întiharê ve dibir û tundî pêk dianî.

Dadgehê sûcê bi qestî dît!

Di rapora Otopsiyê ya ku hat amadekirin de, hat eşkerekirin ku Ayşe Altan bi çekê hatiye qetilkirin. Nimûneyên guleyên çekê bi çeka li malê re li hev hat. Di encama îfadeyên hat girtin de, fail li xwe mikur hatiye û belgeyên di bûyerê de li holê tu şik nehişt dadgehê cih dayê, dadgehê daxwaz kir ku bersûc were cezakirin. Di biryarê de ev tişt hat gotin: “Ji sûcê bi qestî li dijî hevjînê kuştin, fail nêzî 1,5 salê fikiriye û çêkiriye divê pêvajoyê de zext dikir ku ji bo ya hat kuştin ku bi xwe întihar bike, tevî vê jî dema ku di vê demê de întihar nekir. Bi guleya nêçîrê li dijî hevjînê bi zanebûn û qest kuştinê çalakî pêk aniye, kiryar ger li gorî madeyên li jor tevbigere cuda cuda were cezakirin…”

Danişîna yekem wê di 31’ê Gulanê de were dîtin

Piştî îdianameya ku hatiye amadekirin, danişîna yekem a dozê wê di roja 31’ê Gulanê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. Parêzerên Komeleya Jin û Zarokan ku doz ji destpêkê heta niha dişopîne diyar kirin ku wê roja danişînê li dadgehê amade bin. Ji parêzerên dozê Arzu Sena Topuz û Umit Dutlu ji bo dîtina danişîna yekem banga piştevaniyê li rêxistinên jinan kir.