Ayşe Acar Başaran: Dewletê, gel di nav qiyametê de hişt
Yek ji parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li gel gelê, şahidibûna xwe ya dema ji Amedê derbasî Dîlokê dibe vegot. Parlamenter bi gotina “Dewlet tune ye” diyar kir ku gel di nav qiyametê de hatine hiştin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Dîlok – Di encama erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 Mereş û Dîlokê hatin jiyîn de 10 bajar wêran bûn. Li 10 bajaran bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hejmar her deqîqe zêde dibe.
Yek ji bajarên ku erdhej lê bandor kir Dîlok bû. Bajar bi giştî hilweşiya. Gava em piştî erdhejê li Dîloka ku bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane dinêrin, dîmeneke qadek e şer derdikeve holê. Li navenda bajar û navçeyan tu avahiyek sax nema. Gel li kolanan li benda alîkariyê ye. Mirovên ku li ber xirabeyan li benda xizmên xwe ne, ji roja destpêkê ve dixwazin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bên kirin, lê li wir ekîbên AFAD'ê yên têrkêr nîne. Bendewariya bêçare ya kesên ku ji bin xirbeyan dikarin bi xizmên xwe re têkilî daynin hê jî didome. Heta hûsaye ku li kêleka hin avahiyên hilweşiyayî, cenaze li benda wergirtinê ne.
Tabloya qiyametek e
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran jî weke parlamenterên din ên HDP'ê ji roja ewil a erdhejê heta niha bi gel re ye; yan li ser xirabeyan an jî li gel kesên bi hêviyek li benda xizmên xwe ne ye. Heyeta ku di roja ewil a erdhejê de li Amedê bû, piştre hewl da bi rêya bejayî xwe bigihîne Dîlokê. Ayşe Acar Başaran dema ku çavdêriyên xwe vegot, gotinên xwe hilbijart û wiha got: "Hevaleke jin di rê de got, 'Li xwe baldar bin, ger tiştek were serê we dewlet tune ye'. Ew hevokek ku tevahiya pêvajoyê kurte dikir bû. Bi rastî jî wêneyek qiyamet li pêş me heye. Em di tevahiya rê de li pêşiya me wêneyek ku wekî fîlmek tirsê re rû bi rû man. Rêyên derizî, wesayîtên dikebîn wan reyan, gelê ku li kêlaka rê diseknîn. Em bi dîtina mirovên xwe hewl didin bi derfetên xwe germ bibin hatin vir.”
Mirov bi saetan li bendê dimînin
Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku gel pirsgirêka sotemeniyê dijîn û nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bi cih bînin û diyar kir ku dema ketine bajarê erdhejê hatiye jiyîn, li vir tu tiştek tune ye:
“Em dikarin bi vî awayî îfade bikin, êdî nêzîkatiyek ji bo derxistina kesên jiyana xwe ji dest dane heye. Gel ji halê xwe re hiştin û ji aliyê din ve jî malbat tevî ku dibêjin dengê xizmên xwe bihîstine û xizmên wan ji wan re peyam şandiye jî, bi saetan li bendê ne ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yan jî alavên wan werin.”
‘Me dît ku dewlet di holê de tune ye'
Li Dîlokê mirov nikarin qurtek av jî bînin. Ji xwe peydakirina xwarinê bê îmkan e. Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku ji ketina bajaran re ji bo çavboyekirinê konan danîne û wiha axivî: “Cihên ku tenê ji bo nîşandayînê şorbê belav dikin hene. Ev der hem ji herêmên ku mirov lê kom dibin û hem jî ji navenda bajêr dûr in. Hem jî pir netêrkêr e. Bi hezaran kes nîne bê malê û di pêvajoyeke ku bi hezaran kes jî bandor bûne de, ev pirsgirêk bi çend konan û bi wesayiteke ku xwarîn misoger dike re çareser nabe. Me ev yek pir zelal dît. Me dît ku dema ew wêne li wir bû, dewlet tune bû. Di pêvajoyek ku di şert û mercên normal de li her derê erkdarên qanûnê hebûn de rastî polîsek trafîkê jî nehatin pir balkêş bû. Ev bi rastî jî dîmenek bêhêzbûn û bêkêrî ya hikûmetê ye. Gel neçar ma hemû fatura ya vê bêkêrî bijî.”
Ayşe Acar Başaran bal kişand ku divê bi awayekî bi lezgîn pêwîstiya gel a av, ceyran û germkirinê bê misoger kirin û bi van gotinan rewş kurte kir: “Mirovan ji xwe di bin xirabeyan de têdikoşîn û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe didin. Ji aliyekê ve ji bo kesên ku ji erdhejê rizgar bûne şert û mercên pir dijwar hene.”
Mirov hewl didin li ser piyan bisekinin
Ayşe Acar Başaran ku balê dikişîne ser metirsiyên ku di dema pêş de li benda mexdûrên erdhejê ne, bi taybetî ji ber pirsgireka avê balê dikişîne ser nexweşiyan şewb. Mirov nikarin pêdiviyên xwe yên tuwaletê bi cih bînin. Mixabin li bajêr, ev rewşa ku pir bi hêsanî çareser dibe jî nehatiye dest girtin. Ayşe Acar Başaran diyar kir ku mexdûrên erdhejê bi tenê mane û rewşa mirovan bi van gotinan vedibêje:
“Mirovan an di hindurê wesayît an jî li kolanan e. Li pêşiya xirabeyan bi pêxistina agir hewil didin li ser piyan bimînin. Me dît ku 6 cenaze li erdê mane û ambulans û wesayîta cenaze jî tunebû ku wan ji wir derxînin. Bi rasti gotina jinan ya 'dewlet tune' pir rast e. Dewlet ne li holê ye. Hêj dikarin derkevin û biaxivin. Em bi rastî em ve yekê bidehşet temaşe dikin. Ger wijdan û piçekî şerm hebe ev hikûmet yek hevokekê jî nake. E ne bes e, hewl didin hevgirtina gelan jî asteng bikin. Ji çar aliyê cîhanê, li Tirkiye û Kurdistanê gel dixwazin bi mexdûrên erdhej ku vê êşe dijîn re hevgirtin bikin, lê ev alîkarî tên astengkirin. Dibêkin AFAD dê alîkariyê kom bike lê AFAD tune ye. Me AFAD’ê nedît. Bi saziyeke ku tune ye re, ji vê gel re piştgirî nayê misoger kirin.”