Aynur Mert û dû zarokên xwe li Hatayê mirî hatin dîtin

Li Îskenderona Hetayê jina bi navê Aynur Mert û dû zarokên xwe li mala xwe mirî hatin dîtin û sedemê mirona wan dê piştî otopsiyê diyar bibe.

Hatay– Aynur Mert û du zarokên xwe li mala xwe ya dikeve taxa Denîzciler a navçeya Îskenderûna Hatayê mirî hatin dîtin. Piştî ekîbên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê hat zanîn ku ji ber madeyekê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna dozger, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê. 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.