AYM bloqeya alîkariyê xezinê ya HDP’ê rakir

AYM bi dengên piranî biryar da ku biloqeya xezîneyê ya li ser hesabên HDP’ê were rakirin.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina HDP’ê de weke tevdîr, biryara bloqekirina hesabên xezîneyê ya HDP’ê dabû. Dadgehê ev biryara xwe bi piraniya dengan betal kir. 

 AYM di 5’ê Çileyê de biryara blokeya demkî girtbû

Dadgeha Destûra Bingehîn di 5’ê Çileya 2023’an de, di doza ku dixwestin HDP’ê bigrin de Dadgeha bilin ya Serdozgeriya Komarê daxwaza bloqekirina xezineya HDP’ê erê kiribû. Li gora vê yekê alîkariya xezîneyê, di nava 10 rojên destpêkê yên salê de li ser hesabên partiyên siyasî tê razandin. Di vê çarçoveyê de ji bo HDP’ê 179 Milyon heta 10’ê Çileyê 539 Milyon lira wê alîkariya xizineyê bihata kirin.