Ayla Akat Ata: Zîhniyeta tarî di neçareseriyê de îsrar dike

Siyasetmedar Ayla Akat Ata diyar kir ku ji bo gelên Tirkiyeyê bi nîqaşên makeqanûnê û 'asayîbûnê' nexapin, çi ji destên wan bê ew ê bikin û der barê hikûmetê de jî got: "Zihniyeteke ku pirsgirêkê dizane û di neçareseriyê de israr dike heye."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di doza 108 kesên ku di nav wan de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yên ji ber berxwedana Kobanê doz hatibû vekirin hene, dosyayên 72 kesên ku der barê wan de biryara girtinê hebû hatin cudakirin û di 16'ê Gulanê de 18 jê girtî derbarê 36 kesan biryar hat dayîn. Siyasetmedar Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Meryem Adîbelli, Ayla Akat Ata û Ayşe Yagci bi cezayê girtîgehê hatin berdan.

Siyasetmedar Ayla Akat Ata ku di rûniştina biryarê ya Doza Kûmpasê Kobanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştre bi cezayên zêdekirin û kêmkirinê 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û hat berdan, ji ajansa me re axivî.

Ayla Akat Ata anî ziman ku mijara 'asayîbûnê' ya di demên dawî de ji aliyê hikûmetê ve hatiye rojevê, Kurdan nagire nava xwe û got ku nîqaşên Destûra Bingehîn ên bi salan berê hatin nîqaşkirin jî weke rojeveke nû hatine pêşkêşkirin.

'Dema ceza hatin dayîn hesabek matematîkî yê cidî hat kirin'

Ayla Akat Ata, anî ziman ku her çendî bi êş jî bûye ew bi heyecan û serbilindiya gel re jiyane û diyar kir ku di dosyaya darizandina bi komî de hesabek matematîkî ya pir giran hatiye kirin.

Ayla Akat Ata diyar kir ku ev yek ji bo Tirkiyeyê nebaşiyeke hiqûqî ye û got: “Wê demê qatilên ku ciwan lînc kirin û qetil kirin bi awayekî azad li kolanan digeriyan, hevalên me yên ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê têdikoşiyan di girtîgehê de ne.”

'Divê polîtîkayên ne qanûnî bên rawestandin'

Ayla Akat Ata di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku baweriya wan heye ku ew ê di demek nêz de hevalên xwe wan ên li girtîgehan derkevin û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Ayla Akat Ata anî ziman ku rêjeya kesên girtî li gorî kapasîteya girtîgehan zêde ye û di vê pêvajoyê de gelek binpêkirin rûdidin û got: “Di navbera salên 2013-2014’an de pêvajoyeke çareseriyê hebû, di vê pêvajoyê de herî kêm qanûna înfazê hatibû bicihanîn. Niha li girtîgehan qanûna înfazê jî nayê pêkanîn. Hevalên me yên ku 30 salê wan temam bûye, ji ber hincetên pir dijhiqûqî di girtîgehê de tên girtin. Ez difikirim ku ew tişta sereke ye. Sîstema hiqûqî ya li Tirkiyeyê ji vê yekê aciz e ku îradeya Kurdan a di asta hebûnê de ye û têkoşîna wan a li girtîgehê ya didome dibîne. Zagona înfazê nayê pêkanîn û pêvajoya berdanê jî li ber çavan nayê girtin. Hevalên ku bi salan ji vê pêvajoyê re ked dane hê jî di girtîgehê de ne. Çalakî hê jî didomin û divê di demeke nêz de binpêkirinên di vê pêvajoyê de û van polîtîkayan ji holê bên rakirin.”

'Ji bo çareseriya pirsgirêkan tu gav nehat avêtin'

Ayla Akat Ata pêvajoya siyasî ya ku Tirkiye tê de ye nirxand, nîqaşên berê bi bîr xist û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavek jî nehatiye avêtin. Ayla Akat Ata diyar kir ku gelê Kurd di sala 2010’an de di dema nîqaşên destûra nû de 4 daxwazên xwe pêşkêşî meclisê kiribû û got: “Van 4 daxwazan xwestin bi kampanyayên îmzeyan bên eşkerekirin lê ev kampanya hatin qedexekirin. Ev çar daxwaz hê jî hene û derbasdar in. Ya yekem, gelê Kurd di makezagonê de xwedî daxwaza statuya wekhev e, ya duyemîn jî daxwaza statuya gelê Kurd heye û divê ev yek bê şênberkirin. Ya sêyem, dîsa daxwaza jiyana bi zimanê dayikê divê hemû astengiyên li ber vê yekê bên rakirin. Ya çarem daxwaza laîktiyê ye, dabînkirina jîngeheke azad e ku her ol û her bawerî bikaribe xwe îfade bike. Me 10 sal berê van çar daxwazan pêşkêş kir lê li gel ku dem derbas bû jî di vê mijarê de gavek nehat avêtin. Zihniyeteke ku pirsgirêkê dizane, dikare teşhîs bike heye lê di neçareseriya wê de îsrar dike. Piştî pêvajoya 2015’an ev zîhniyet bi tevahî tarî bû. Eger li vî welatî di wê tarîtiyê de ronahî hebe, ew ronahiya partiya me ye."

'Paqijkirina rê pêwîst e'

Ayla Akat Ata der barê nîqaşên makeqanûna nû û nîqaşên 'asayîbûn' ên ku gelek caran di rojevê de ne nirxandinan kir, diyar kir ku pêvajoya makeqanûnê ya beriya 10 salan hat rojevê hê jî di cîhê xwe de disekine. Ayla Akat Ata, diyar kir ku ji bo pirsa ka çi nû ye tu bersiv nehatine girtin û diyar kir ku ji bo gelên Tirkiyeyê bi van nîqaşan nexapin divê hemû hewl bidin. Ayla Akat Ata bi bîr xist ku di sala 2012'an de dema ev nîqaş hatin kirin şîroveya "Pêwîstî bi paqijkirina riya nû heye" kiribûn û got:

“Divê qanûna înfazê bê guhertin, zagona li dijî terorê bê rakirin, wê demê helbet em dikarin behsa makezagoneke ku temînata vê yekê dike bikin. Divê mirov van rastiyan hemûyan ji civaka Tirkiyeyê re vebêje û pêvajoya ku gelê me ji bo vê mijarê berdêl daye, were fêmkirin. Normalîzasyon konsepta herî dawî tê nîqaşkirin e. Em dibêjin 'wê demê çi normal e?' Ka em vê bipirsin. Me pêvajoyek ne normal dît, paşê ew pêvajoya ne normal normal bû. Tişta ku jê re dibêjin “em normalîze bibin”, rakirina parêzbendiyan, operasyonên KCK’ê yên di sala 2009’an de dest pê kiribûn in? Divê em pêşî nîqaş bikin ka çi normal e. Di rastiyê de pêvajoyên ku ji bo me her dem ne asayî ne, li Tirkiyeyê bi awayekî normal tên dîtin. Pêvajoyên awarte pêk hatin, em kesên di bin şert û mercên awarte de siyasetê dikin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku em ê bandora herî mezin bikin dema ku normal nîqaş bikin. Ez di wê baweriyê de me ku ger em hem li ser makeqanûnê û hem jî li ser nîqaşên asayîbûnê biaxivin, herî kêm heta radeyekê me deynê xwe yê li hemberî gelê welat û gelê xwe daye.”

'Rastiyeke jinan a li her qadê têdikoşin û dibêjin 'em hene' heye

Ayla Akat Ata diyar kir ku jin bi ked û berxwedana xwe li her qadê ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dikin û diyar kir ku ev têkoşîn roj bi roj mezin dibe. Ayla Akat Ata diyar kir ku ew ê di her warî de vê rêxistinbûyînê bi pêş bixin û peyam da ku ew ê di vê riya ku bi gel re dişopînin di dawiyê de bi ser bikevin.

Ayla Akat Ata di nirxandinên xwe yên der barê jinan de wiha got: “Ez niha ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatim berdan. Di girtîgehê de gelek hevalên me yên siyasetmedar hene. Dema em li binçavkirin û girtinên serdema dawî dinêrin, piştî sala 2000'î em di hemû qadên rêxistinê de bûn û di vî warî de şer kirin. Me her dem digot divê em weke jin bin. Jin di vê têkoşînê de ji bo her kesê û herî zêde jî ji bo xwe hene. Em jiyana azad, wekhev û ekolojîk a jinên azad birêxistin dikin. Di heman demê de em ji bo xwe dijîn. Ger jin di vê pêvajoyê de hebûna xwe bi rêxistinbûnê re bîne cem hev, wê bêhtir azad bibe û em ê vê rêxistinê di her warî de bi pêş bixin.”