Ayla Akat Ata: Ev gel heta bibêje ‘Rêberê min’ Abdullah Ocalan azad e

Siyasetmedar Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Hûn wî bixin odeyek û derî li ser bigrin jî heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be."

Navenda Nûçeyan- Rûniştina yekemîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.

Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Alî Urkut û Nazmî Gur tevli danişînê bûn. Fîgen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû.

Piştî tesbîtkirina nasnameyan, siysetmedar Alp Altinors xwest biaxive lê mafê axaftinê nedanê. Dadgehê li dijî Altinors gotina ‘rûne cihê xwe’ bi kar anî. Dadgehê daxwaza têkildarî redkirina mafê parastina devkî qebûl nekir. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ji ber negirtina daxwaza Altinors bertek nîşanî şandeya dadgehê da û wiha got: “Dozeke pir girîng e û divê her kes gotina xwe temam bike.”

Siyasetmedar Ayla Akat Ata diyar kir ku dê parastina wê 3 rojan berdewam bike, du parêzer parastinê bikin û ji ber lêkolîna girtîbûnê îhtîmal heye ku parastina wê di nivî de bê qutkirin û xwest rewşa wê ya girtî careke din di ber çavan re derbas bikin. Dadgehê têkildarî vê daxwazê jî biryara navberê da û diyar kir ku lêkolîna girtîbûnê dikare herî dawî di 15’ê Îlonê de bike û îdia kir ku dê parastinê qut neke. Dadgehê ev daxwaz red kir.

Parêzer Kenan Maçoglu xwest têkildarî darizandinê mafê axaftinê bigire lê gotina wî ji hêla dadgehê ve hat birîn. Dadgeh, beriya ku guh bide Kenan îdia kir ku dizane bê ka dê çi bixwaze. Kenan jî bi gotina ‘Gelo hûn ji ku dizanin bê ka em çi difikirin û red dikin?’ bertek nîşan da.  Alp Altinors xwest ku 5 deqeyan mafê axaftinê jê re were dayîn. Li ser vê yekê endamê şandeya dadgehê keniyan û gotin; “We kir 3 roj.”

Ayla Akat Ata: Hemû kes dibêjin bikujin, em dibêjin bidin jiyîn

Ayla Akat Ata, parastina xwe kir û wiha got: “Em diaxivin lewma tên darizandin. Ji ber ku em gotina xwe birêxistin dikin û ev gotin bandorê li ser gel dikin lewma tên darizandin. Ji ber ku em dixwazin bi axaftinê çareser bikin lewma tên darizandin. Niha li Xezeyê şer û pevçûn hene. Em li gel daxwazên gelê Filistînê ne. Hamas, bi awayekî derkontrolî hewl dide vê pêvajoyê birêve bibe. Lewma sivîl tên kuştin û zirar digihije sivîlan. Em êrişên her du aliyan jî qebûl nakin. Ji bo bidawîbûna vê pêvajoyê divê gelên herêmê rola xwe bilîzin.”

Ayla Akat Ata di berdewamiya axaftian de bal kişand ser pêvajoya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê gelê Kurd  Abdullah Ocalan û diyar kir ku gotinên wê yên derheqê Abdullah Ocalan de û xebatên wê yên siyasî weke sûc hatine nişandan û  bal kişand ser dosyayên ji ber xebatên wê yên di ‘pêvajoya çareseriyê’ de kirine hatine vekirin û wiha dom kir: “Tenê li Êlihê derheqê min de 9 dosya hatine vekirin. Ev dosya bi dosyaya li Amedê hatiye vekirin re kirine yek dosya. Piştre jî ji vê dosyayê re hatiye şandin. Pirsgirêka kurd heye. Partiyek heye ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşe û ji partiyên din cuda difikire. Hemû kes dibêje ‘bikujin’ lê em dibêjin ‘bidin jiyîn.’ Xebatên me di vê çarçoveyê de kirine berhev kirin.

Der heqê tiştê di pêvajoya çareseriyê de qewimîn jî dosya hatin amadekirin. Em di 9’ê Cotmeha 2012’an de li Êlihê li kolanan bûn lewma dosya hatiye vekirin. Îro di 9’ê Cotmehê de gelê me hêj bi heman daxwazan li kolana ye. 11 sal bi ser re derbas bûne lê li Tirkiyeyê tu tiştek neguheriye. Hefteyek berê li Enqereyê bombeyek teqiya. Her roj ciwan dimirin û li ser wan nasnameya vî welatî derdikeve.

Ji bo bertekê nîşanî komploya li dijî birêz Abdullah Ocalan bidin em meşiyan. Ji ber vê yekê polîsan êrişî me kirin. Abdullah Ocalan neçar hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bulent Ecevît derket û got; ‘Em nizanin çima radestî Tirkiyeyê hate kirin.’ Gelê kurd li her devera ku bêhn lê distand komplo protesto kir û agir berda bedena xwe. Mirovan di çalakiyan de benzîn li xwe reşandin û xwe şewitandin. Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin.”

‘Abdullah Ocalan dikare Aştiyê misoger bike’

Ayla Akat Ata axaftina xwe wiha domand: “Wan zilma li ser me zêde kir em ê jî dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Belkî îro belkî jî sibê dê fêm bikin ka em çima vê rewşê lanet dikin. Lê belê aqilê dewletê me baş fêm dike. Ji bo gelên Kurd û Tirk bi hev re bijîn em vê dikin. Abdullah Ocalan; misogeriya aştiya navxweyî û Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê kirin, projeyên aştiyê bi pêş xist. Gelo li vî welatî tu kesê ew proje nexwend? Gelo Hakan Fîdan nexwendiye? Hemû kes heqê pêşdîtinên wî didin. Li holê rastiyek heye, gelek jê re dibêje rêberê min. Bi van projeyên xwe nîşan da ku rêberekî siyasî ye. Dema çûm Ewropayê akademîsyenan li zanîngehan parastinên Abdullah Ocalan bi xwendekarên xwe didan xwendin.”

‘Dê her azad be’

Ayla Akat Ata, hevdîtinên parêzer û dewletê yên bi Abdullah Ocalan re bi bîr xist û got: “Hûn têxin odeyekê û derî li ser bigrin jî heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’, Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be. Em bi tecrîdeke wisa re rû bi rû ne ku dewlet jî êdî nikare jê re hincetan biafirîne. Heke Îmralî mîna her girtîgehê bûya dê parêzer biçûna û bihatina. Weke siyasetmedar em ji ber van gotinan tên darizandin. Ne Îmralî girtîgeheke ji rêzê ye ne jî Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê ye. Gotina me ji bo çareseriya demokratîk, sekna me ji bo çareseriya demokratîk e û bi tu awayî me ji bo tundiyê tu teşwîq nekiriye. Lewma em îro tên darizandin.”

Danişîn wê piştî navberê berdewam bike.