“Avakirina dadgeheke navdewletî parastina tevahî mirovahiyê ji terora DAIŞ'ê ye”

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo bangewaziya Fermandariya QSD'ê der barê girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî de ji bo çeteyên DAIŞ'ê erênî dît û got: "Wekî Kongreya Star em destekê didin vê bangewaziyê, ji ber avakirina dadgeheke navdewletî wê êş û tola tevahî jinan hilîne û çete bi awayekî zagonî û hiqûqî dê werin darizandin."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo bangewaziya Fermandariya QSD'ê der barê girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî de ji bo çeteyên DAIŞ'ê erênî dît û got: "Wekî Kongreya Star em destekê didin vê bangewaziyê, ji ber avakirina dadgeheke navdewletî wê êş û tola tevahî jinan hilîne û çete bi awayekî zagonî û hiqûqî  dê werin darizandin." 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Beriya çend rojan Fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî bangewazî li Koalîsyonê kiribû ku dadgeheke navdewletî ji bo terora DAIŞ'ê ava bikin. Da ku çeteyên di girtîgehên QSD'ê de ku hejmara wan bi deh hezaran e, werin darizandin. Ev bangewazî wekî her carê jî rastî paşguhkirinê hat lê her çiqasî lezê bidin vê xebatê ewqasî wê cîhan ji xetera DAIŞ'ê xilas bibe. Der barê vê mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Paşo destek da vê bangewaziyê û ev mijar bi berfirehî nirxand. 
“Hêza xilasiya gelên cîhanê ji terora DAIŞ'ê di serdema 21'ê de QSD'ê ye”
Evîn da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê ne tenê li ser asta Rojhilata Navîn li ser asta cîhanî xwe birêxistin kirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Çeteyên DAIŞ’ê rêxistineke ku li ser asta cîhanî hatiye birêxistinkirin, di heman wextê de ji aliyê leşkerî ve li Sûriye û Iraqê xwe dane birêxistinkirin. Bi taybetî bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re wekî paytext dîtin û hilbijartin e. DAIŞ rêxistineke ku li ser tevahî cîhan û mirovahiyê xeterê dide avakirin. şikestina DAIŞ'ê li Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Hêzên QSD'ê ku ji şervanên vê axê pêk tên, şûna tevahî cîhan û mirovahiyê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê dan meşandin û di aliyê leşkerî de binxistin û bêbandor kirin. QSD'ê hêzeke ku cîhan tevahî ji teror, komkujî û şerê DAIŞ’ê xilas kir. Hêza xilasiya gelên cîhanê di serdema 21'ê de QSD'ê bû."
“Derbasbûna çeteyên DAIŞ ji sînorên Tirkiyeyê bû”
Evîn got ku deriyê derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê re sînor û deriyên Tirkiyeyê bû û wiha domand: "Gelek hêzên herêmî bi rengekî eşkere destek didan ku rêxistina DAIŞ mezin bibe û di aliyê lojîstîk û darayî de destek dikir. Sînorên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re yên di bin serweriya çeteyên bi ser Tirkiyeyê ve, bûbû deriyê derbasbûna çeteyan ji hemû welatên cîhanê ji Sûriyeyê re. Ev yek ji aliyê gelek çeteyan ve hatiye eşkerekirin û gelek belgeyên ku vê yekê piştrast dikin hene. Bi rengekî hêsan ev çete derbas dibûn wekî ku ev kes, tu sûc nekirine , wekî mirovên normal in ne çete. Têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê pir zirav û kûr in. Şerê li Sûriyeyê û bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev çend sal in berdewam dike, dibe ku bi navê Oposîzyona Sûriyeyê ango çeteyên DAIŞ’ê û gelek komên din bin lê di bingeha xwe de ew ji aliyê dewleta tirk ve dihatin û tên birêvebirin."
“DAIŞ ji aliyê Mîta Tirk, îstîxbarata re2jîma Sûriye û Îranê ve tê zindîkirin”  
Evîn da payîn ku destên çeteyên DAIŞ’ê di herikandina xwîna gelê Sûriyeyê de heye û divê ku werin darizandin û wiha pêde çû: "Çeteyên ku gelê vê herêmê di qetîlaman re derbas kirin, ne tenê çeteyên herêmî bûn, çeteyên cîhanî jî di nav de hebûn. Lê tevî ku gelek caran hêzên QSD'ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û MSD'ê bangewazî kirin ku dadgeheke navdewletî were avakirin û çeteyên DAIŞ werin darizandin jî rastî bêdengiyê dihat. DAIŞ di aliyê leşkerî  de têk çûye lê di aliyê fikrî de hîn zindî ye û ev bi xwe xeteriyekê li ser gelê herêmê û cîhanê dide avakirin. Mayina girtiyên DAIŞ’ê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî darizandin, xeteriyeke li ser tevahî cîhanê ye. Jixwe bûyerên ku li Dêra Zorê diqewimin, di asta yekemîn de îstixbarata Tirkî (MÎT) û îstixbarata Îran û rejîma Sûriyeyê destên wan di nav de ye. Ev bûyer hewldana ji nû ve zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê ye." 
“Em ji bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî bangewaziyên QSD'ê bi fikar in” 
Evîn got ku ew ji bêdengiya hêzên navneteweyî ji bo bangewaziyên avakirina dadgeheke navdewletî bi fikar in û wiha pêde çû: "Bêdengiya hêzên navneteweyî ji bo bangewaziyên avakirina dadgeheke navdewletî di vê pêvajoya herî giran de û der barê çeteyên ku li ser tevahî cîhanê xeterê didin avakirin de, bi xwe cihê fikaran e. Divê ku bi lez û bez xebat ji bo vê dadgehê bên destpêkirin û çete werin darizandin ger wiha nebe, wê xetera li ser cîhanê bi dawî nebe. Xetera Kampa Holê ku malbatên DAIŞ'ê lê bi cih dibin, ne kêmî girtiyên DAIŞ’ê di zindanên QSD'ê de ne. Ji ber ku ew zarok û jinên DAIŞ'î yên ku heya roja îro dijîn, bi fikra DAIŞ'ê li ser bingeha qetilkirina mirovan mezin dibin." 
“Kongreya Star destekê dide bangewaziya Fermandariya QSD'ê” 
Evîn dibêje ku ew wekî rêxistina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destekê didin bangewaziya QSD'ê û darizandina çeteyên ku destê wan di rijandina xwîna jinan de hebû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hêzên cîhanê bangewaziyên Hêzên QSD'ê bi awayekî cidî bigrin dest. Em jî wekî rêxistina jinan destekê didin bangewaziya Fermandariya QSD'ê, ji ber herî zêde zor û zehmetî li jinan hatiye kirin. Ji jinên Şengalê heya jinên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em destek didin. Em naxwazin ku ew êşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kişandiye û jiyaye, li tu deverên cîhanê dubare bibe. Pêkanîna bengewaziyê, xilaskirina tevahî sivîlên cîhanê ji terorê ye û rêgirtina li ber qatîlamên der heqê jinan de ye."