‘Athera Xezayê’ hem romaneke wêjeyî ye hem jî berxwedanê vedibêje

Nivîskar Amal Muhemmed Ebû Saîf got ku li Xezayê ji derveyî şîdet û hilweşînê, gelek serpêhatiyên berxwedanê hene û diyar kir ku bi romana “Athera Xezayê” ya di dema şer de dest bi nivîsandina wê kiriye, armanca wê ew e berxwedanê vebêje.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Romana bi navê “Athera Xezayê” ku di dema şerê li Xezayê de hatiye nivîsandin, êşên ku jinên Filistînî dikşînin vedibêje. Di romanê de rewşa wan a ku di navbera mirin û koçberiyê de mane û îradeya li hemberî mirin û rûxandina bajarê xwe nîşan didin tê vegotin. Romana ku behsa zehmetiyên jinên Filistînî dike, têkoşîna wan a ji bo jiyanê û parastina nasnameyê jî belge dike.

Romana bi navê “Athera Xezayê” ya ji aliyê jina ciwan a Filistînî ve hatiye nivîsandin, tenê berhemeke wêjeyî nîn e. Ev roman di heman demê de êşên ku jinên Filistînî di bin agirê şer de dikşînin ji cîhanê re radigihîne. Behsa jinên ku bûne şahidên mirin û koçberiya her dem dubare dibe dike. Qehremana romanê Ather, rastiya jinên Filistînî vedibêje.

Di romanê de em Athera ku mala wan ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin, xwişka wê jiyana xwe ji dest daye û ew bi xwe ji bin xirbeyan bi birîndarî rizgar bûye dibînin. Her wiha behsa  bi dehan jinên ku bi êşên xwe re, ji bo axa xwe neterikînin li ber xwe didin tê kirin. Roman nîşan dide ku bi hêviyê mirov çawa dikare ji bin xirbeyan jiyanê biafirîne. Di romanê de her wiha der barê jiyana nivîskar a ku li Kampa Nusayratê mezin bûye de jî agahî hene. Nivîskar jî weke qehremana romanê Ather, dizane şer û koçberî çendî zor û zehmet in û tên çi wateyê.

Balê dikşîne ser hebûna çandî

Amal Muhammed Abu Saif, bi gotinên; “Ather tenê qerekterek xeyalî nîn e, sembola jinek ku her roj gelek êşan dikşîne ye. Jinên di romanê de, dizanin ku tenê bi îradeyek bi hêz dikarin di nava wê deryaya êşan de sax bimînin. Îradeyeke fizîkî û derûnî nîşan didin” behsa naveroka romanê dike. Roman ji hûrgiliyên êşên tên kişandin derbas dibe, nasnameya Filistînî nîşan dide. Ji ber ku Îsraîl, ne tenê jiyana Filistîniyan, di heman demê de çand, dîrok û mîrasên wan jî hedef digre, roman balê dikşîne ser vê hebûna çandî.

‘Di romanê de ligel hilweşînê behsa serpêhatiyên mirovên berxwedêr tê kirin’

Nivîskar diyar dike ku wêje, ji bo belgekirina tiştên tên jiyîn, ragihandina wan ji bo pêşerojê, pir girîng e. Hêviya wê ew e ku pirtûk ji bo tiştên Filistînî dijîn û bangên wan ên ji bo piştgiriyê, bigihîjin hemû aliyan bibe alîkar.

Amal Muhammed Abu Saif, dibêje ku armanca wê ew e bi vegotina serpêhatiya Atherê, bibe dengê hemû jinên Filistînî û wiha bi dawî dike: “Li Xezayê ligel şîdet û hilweşînê, gelek serpêhatiyên bi êş û berxwedêr ên mirovan jî hene.”