Asya Abdullah: Bi Jin Jiyan Azadî divê têkoşîn bê xurtkirin

Asya Abdullah a di 3’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a PYD de axivî got: “Divê jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî siyasetên ku li ser jinan ji aliyê pergalên desthilatdaran û kapîtalîzmê ve tên kirin, têkoşînê xurt bikin û jiyana azad û wekhev ava bikin.

Hesekê - 3’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Feslefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civaka exlaqî, siyasî, demokratîk e" bi tevlibûna 400 delegeyên meclisê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, nûnerên YPJ’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Kongra Star li Hola Serdem a li bajarê Hesekê tê lidarxistin.

‘Azadiya fîzîkî ya Ocalan erkeke wijdanî ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê hevseroka PYD’ê Asya Abdullah ve hat kirin. Asya Abdullah lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: “Duh salvegera şehîdxistina fermandar Sosin Bîrhat bû. Di vê kongreyê de em fermandar û têkoşerên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Weke jin ji bo em bibin xwedî nasname û dîroka xwe biparêzin divê em li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bimeşin û xwe birêxistin bikin.”

Asya Abdulah diyar kir ku xwediyê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo jin bibe xwedî îrde, nasname û hebûn Rêber Apo 50 sal ked û berxwedaniyek mezin dimeşîne. Tecrîda ku îro li ser tê meşandin armanc jiholêrakirina felsefeya azad e. Em di Partiya Yekitiya Demokratîk de bi taybetî weke Meclisa Jinan divê em têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin."

‘Jin li dijî siyaseta dagirkeriyê pêşengiyê dikin’

Asya Abdulah diyar kir ku şoreşê bi pêşengiya jinan dest pê kiriye û dê wan bi ser bikeve û wiha anî ziman: “Di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li hemberî sîstemên kapîtalîst, dagirkerî, siyasetên qirkirina jinan, têkoşînek mezin tê meşandin. Ji ber ku ev siyaset û qirkirinên ku pêk tên li ser dîroka jinan, siyaset û rêxistinbûyîna jinan e lewma ev siyaset bi hevgirtina, hêz, îrade û yekitiya jinan dê têk biçe. Divê jin bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li dijî siyasetên ku li ser jinan ji aliyê pergalên desthilatdaran û kapîtalîzmê ve tên kirin, têkoşînê xurt bikin û jiyana azad û wekhev bidin avakirin.”

Asya Abdulah di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di pêşxistina zanista jineolojiyê de hêzeke pêşeng e.

‘Rêber Ocalan derî û asoyên mezin ji bo jinan vekir’

Li ser nave Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman jî lidarxistina Kongreyê pîroz kir û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan xwediyê felsefeya Jin Jiyan, Azadî ye. Derî û asoyên mezin vekir ji bo jin bi nasname û hebûna xwe ji hemû siyasetên qirkirin, dagirkerî û koletiyê re bibin bersiv. Îro jin bi vê felsefeyê hevgirtina xwe ava kir û birêxistin kir. Ev gave gaveke dîrokî û serkeftî ye bi ked û xwîna bi hezaran pêşengên me yên têkoşerên mîna şehîd Sewsen Bîrhat hat bidestxistin.”

‘Serhildan û berxwedana jinan roj bi roj berfireh dibe’

Ji Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo jî di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku rêxistinbûyîna jinan encama berxwedana dîrokî ye û wiha got: “Serhildan û berxwedanên jinan roj bi roj li cîhanê mezin dibin. Ev peyam nîşan didin ku îro her kesê ji vê felsefeyê hez kiriye û hebûna xwe tê de diparêze. Em soz didin hemû şehîdan ku em ê xeyalên wan pêk bînin û xwedî li berxwedana dîrokî derkevin.”

Piştre nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin, sînevîzyon der barê xebatên du salên borî yên Meclisa Jinan a PYD’ê hat nîşandan.

Kongre bi nirxandinên xebatên meclisê berdewam dike. Kongre dê bi hilbijartinên Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dawî bibe.