'Aştiya civakî bi vebûna deriyên Îmraliyê pêkan e’

Hevseroka Şaxa TUAY-DER’a Amedê Xecê Guneş, da zanîn ku ew ê bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha got: "Divê li Tirkiyeyê aştiya civakî bê misogerkirin û ev jî encax bi vebûna deriyê Îmraliyê pêkan e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hat destpêkirin, di roja xwe ya 54’emîn de ye. Daxwazên girtiyan heta niha nehatine bicihanîn û greva birçîbûnê ya ku di 27'ê Mijdara 2023'an de dest pê kir dê heta 15'ê Sibatê berdewam bike. Nobeta Edaletê ya bi armanca piştgirîdayîna girtiyan û daxwazên wan ji aliyê malbatên girtiyan ve hat destpêkirin jî didome. Di nobetan de peyamên şikandina tecrîdê û serweriya aştiya civakî tên dayîn.

Nobeta ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê tê girtin, her roj bi stranên berxwedanê yên dayikan û serdana kesan didome. Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Şaxa Amedê Xecê Guneş, banga piştgiriya bi girtiyan re kir û diyar kir divê dayik bi tenê neyên hiştin.

'Divê biryardariya dayikan ji hemû kesan re bibe mînak'

Xecê Guneş bi gotina "Dayikên ku ev mehek û nîv e li vir rûdinin, dayikên ku her cure zehmetiyên mîna îşkenceyê dibînin lê dev jê bernadin e" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku divê di civakê de bêdengiya li hemberî girtîgehan bê şikandin. Xecê Guneş, diyar kir ku berxwedana dayik û girtiyan, di her pêvajoyê de dîrokê dinivîsîne û divê ev yek were mînakgirtin û wiha got: “Ne tenê li vir, li gelek bajaran ev nobet didome. Daxwazên me pir zelal in, bila tecrîd rabe û aştiya civakî serwer bibe. Divê li vir piştgirî zêdetir bibe û pêwîst e girtî di vê pêvajoyê de bi tenê nemînin. Divê hemû beşên civakê hem ji vê nobetê re hem jî ji greva birçîbûnê re bêdeng nemînin."

'Divê beriya rojiya mirinê dest pê bike daxwaz bên qebûlkirin'

Xecê Guneş, diyar kir ku çalakiyên nobetê berdewam dikin û ji bo roja 15'ê Sibatê ku girtiyan ji bo grevê diyar kirin demek kurt maye û wiha axivî: "Em naxwazin ji girtîgehê cenaze derkevin. Ji ber vê yekê divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Her roja ku derbas dibe fikarên malbatan zêde dibin. Ev grev encax bi dawîbûna tecrîdê bi dawî bibe. Ji ber vê jî divê demildest tecrîd bê rakirin. Em ê di vê xalê de piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan bidomînin û bibin dengê wan.”

'Bi grevên birçîbûne re binpêkirin jî zêde bûn’

Xecê Guneş, bal kişand ku bi grevê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde bûne û got: “Şert û mercên li girtîgehan niha girantir bûn. Destpêke hemû girtiyên tevli grevê bûn, xistin hucreyên yek kesî. Dîsa vîtamîn nadin girtiyan. Malbatên ku diçin hevdîtinan, bi hincetên cezayên dîsîplînê nikarin hevdîtina vekirî pêk bînin. Hejmarek zêde girtî di vê pêvajoyê de rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Ji bilî van jî gelek tişt hatin jiyîn. Daxwazên wan mirovî û hiqûqî ne. Divê tecrîda giran a li girtîgehan bi dawî bibe. Îşkenceyên ku îro tên kirin li tu cihekî cîhanê nîn e. Divê em li dijî van îşkenceyan jî bibin deng.”

'Divê şer raweste’

Xecê Guneş, herî dawî diyar kir ku divê tecrîd bê şikandin û deriyê diyalogê bê vekirin û wiha got: “Divê îro li Tirkiyeyê şer raweste û aştiya civakî pêk were. Ev jî encax bi vebûna deriyên Îmraliyê pêkan e. Şer û kaosa heyî ji xeynî zirarê tu tişt nade mirovan. Em dayik aştiyê dixwazin û divê ev şer bi dawî bibe. Aştî jî tenê bi rakirina tecrîdê pêkan e. Îro ne tenê em, divê dayikên li Tirkiyeyê jî destên xwe deynin ser wijdanê xwe û daxwazên xwe yên aştiyê biqîrin. Ev daxwaz dê heta dawiyê berdewam bike. Têkoşîna me ya ji bo rakirina tecrîdê jî dê bidome.”