Aştî ne tenê nebûna şer e hebûna edaletê ye

Nakokiyên siyasî û nebûna baweriyê li Rojhilata Navîn her dem li pêşiya avakirina aştiyeke mayînde bûne astengiyên sereke. Lê belê gelê Kurd li herêmê, tevî xweparastina ji şer, her tim ji bo aştiyê hewl daye û daxwaza wê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Her sal di 1’ê Îlonê de, cîhan Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dike. Ev roj ji bo belavkirina fikra aştî, bexşandin û jiyana bi hev re ya dûrî tundî û şer hatiye diyarkirin. Dirûşma Neteweyên Yekbûyî ya îsal “Berhemdana Aştiyê ji bo nifşên pêşerojê” ye.

Armanc ew e ku were nîşandan aştî ne tenê nebûna şer e, edalet, jiyana hevbeş û rêzgirtina li cudahiyan e jî. Li cîhanê ji bo bidawîanîna şer, wêranî û tundiyê, ji her demê bêtir pêdivî bi aştî û aramiyê heye.

Girîngiya aştiyê ji bo cîhanê

“*Parastina Jiyanê: Aştî jiyana mirovan diparêze û tirs û fikaran ji holê radike.

*Avakirin: Bi saya aştiyê, welat dikarin berovajî şer ku tenê wêraniyê tîne, rewşa xwe ya aborî, tenduristî û perwerdeyê bi pêş bixin.

*Jiyana bi hev re: Aştî bingeha sereke ya dostaniya civakî, ahengî û jiholêrakirina dijminatiyê di navbera netew û gelan de ye.”

Pêwîstiya aştiyê ji bo gelê kurd

Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek şer dîtine û êş kişandine. Ji ber wê, aştî ji bo wan ne tenê peyveke bedew e, pêwîstiyeke rojane ye. Kurdan her dem diyar kiriye ku divê pirsgirêk bi awayekî aştiyane û di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin. Gelê Kurd li welatê xwe, daxwaza mafên xwe yên rewa dike.

Bi riya diyalog û parastina mafên mirovan, aştî ji bo neteweya Kurd têgeheke girîng û stratejîk e. Her dem wekî armanceke sereke ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê xebat hatiye meşandin.

Qonaxên aştiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê

Di sala 1993’an de, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agirbesta yekem û hewldanên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kirin. Paşê pêvajoya çareseriyê ya 2013’an heta 2015’an, qonaxeke din a diyaloga rasterast di navbera aliyên Kurd û dewleta Tirkiyeyê de bû ku tê de hewldanên bêçekkirinê û çareseriyeke demokratîk hatin kirin. Piştî têkbirina pêvajoyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, di salên 2025 û 2026’an de careke din behsa pêvajoya aştiyê û bangewaziyan hat kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aliyên pêwendîdar tekezî li ser pêwîstiya gavên pratîkî ji bo aştiyê kirin. Niha Pirsgirêka Kurd ketiye rojeva parlamentoya Tirkiyeyê û divê li gorî yasa û destûrê bê çareserkirin.

Di aştiyê de rola jinan

Di civaka Kurd de, jinan di dîrokê de roleke bi bandor di vemirandina agirê şerên eşîrî û xwînrijandinê de lîstine. Dema di navbera du eşîr an malbatan de pevçûnek mezin çêdibû, destwerdana jinên extiyar an jî kesayetên naskirî dibû sedama bidawîkirina tundiyê û gihandina peymana aştiyê.

Jinên Kurd her tim di dema qeyran û şeran de di xurtkirina aştî, jiyana hevbeş û parastina sazûmaniya civakê de bûne stûneke sereke.

Îro rêxistinên jin û ciwanan li Kurdistanê roleke mezin di belavkirina çanda aştî û lêborînê de li dibistan û zanîngehan dilîzin û li dijî tundiya navmalî û civakî têdikoşin.

Dirûşma gerdûnî ya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku ji koka rewşenbîrî û têkoşîna jinên Kurd derketiye holê, îfadeya herî baş a têkiliya di navbera jin û aştiyê de ye. Ev sêgoşe ji me re dibêje ku aştî û avabûneke rast, heta ku bi riya rizgariya jinan û dabînkirina azadiya wan nebe, di civakê de nayê bidestxistin.

Jinên Kurd hem bi riya koçberî, Enfal, êrîşên kîmyewî û windakirina hezkiriyên xwe bûne hedefên destpêkê yên şeran, hem jî parêzvanên sereke yên domandina civakê ne. Ew di demên teng de bûne meşaleya riya azadiyê û ji ber xwezaya xwe ya parêzvan û mirovî her dem ber bi redkirina zihniyeta şerxwaz ve çûne.

Di dawiyê de, aştî ne diyariyek e ku kesek dikare bide; aştî erkê her kesê ye. Divê di 1’ê Îlonê de, em sozên xwe dubare bikin ku ziman divê ji bo diyalogê be ne ji bo şer û fikir divê ji bo ji nû ve avakirinê be ne ji bo wêrankirinê. Her wiha aştî û avakirina li Kurdistanê û herêmê bêyî helwesteke xurt û azadiya jinan nayê bidestxistin. Radestkirina navendên rêveberî û biryardanê ji bo jinan, ji bo afirandina pêşerojeke aştiyane û dûrî şer, temînateke sereke ye.