Astengiyên rojnamegeriyê li herêma Kurdistan û Îraqê

Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegeran a Herêma Kurdistanê di sala 2020’an de herî zêde binpêkirinên mafê rojnamegeran li Hewlêrê çêbûye.

 
Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Bakurê Kurdisanê û Îraqê rapora xwe ya sala 2020’an a binpêkirina mafê rojnamegeran eşkere kir. Rapor ji aliyê Dr. Nezaket Hisên ve hat xwendin. Li gorî raporê di sala 2020’an de 315 rojnameger ku 7 ji wan jin rastî binpêkirinên mafan ên weke binçavkirin, astengkirina şopandina nûçeyan, lêdan û astengkirina karkirinê hatine.  47 saziyên çapemeniyê jî rastî serdegirtin û binpêkirinên mafan hatine. 
Li gorî raporê li Hewlêr, 46, Silêmaniye 36, Dihokê 14, Helebce 7 û Mûsilê 25 binpêkirinên mafan hatine tomar kirin. Herêmên weke Nînowa, Xaneqîn û Bexda jî jê kêm nemane û rojnameger rastî astengiyan hatine.