Asayişa Êzidxanê: Dewleta Tirk wesayîta ragihandina azad hedef girt

Li gorî agahiyên dawî yên ji Asayîşa Êzidxanê hatine girtin, êrişa li dijî tîma Çira TV û Çira FM’ê ya li navbera Tilqeseb û navenda Şengalê de ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve hatiye hedefgirtin.

Navenda Nûçeyan-Îro di saetên nîvro de li dijî wesayîta endamên ragihandina azad ya Şengalê êrişeke hewayî pêk hat. Endamên Çira TV û Çira FM’ê ku ji bo nûçeyên salvegera fermanê serdana Tilqesebê kiribû, di vegera navenda Şengalê de rastî êrişa hewayî ya dewleta Tirk hat.

Li gorî agahiyên dawî ku ji Asayîşa Êzidxanê hatine girtin, êriş ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Di encama êrişê de 3 endamên ragihandinê birîndar bûne. Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê ji eşîra Hebabî, nûçegihana Çira Tv Medya Hesen Kemal ya ji eşîra Cindo û ajokarê wesayîta ragihandinê Xelef Xidir bîrîndar bûne.

3 welatî bîrîndar bûn

Her wiha wesayîtek welatiyan ku hate zelakirin 3 kes têde bûn, lê nasnameya wan hîn bidest neketiye li ber êrişê ketiye. Di encamê de 3 welatî birîndar bûne û li nexweşxaneya Şengalê tên dermankirin.