Arzû Îlhan li gel biriyara ‘parastina ji mêr’ jî hat qetilkirin

Arzû Îlhan Koca ku li Pendîkê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê hevjînê wê Goksal Koca de derxistibû jî ji aliyê wî ve hat kuştin.

 
Navenda Nûçeyan - Arzû Îlhan Koca ya 39 salî ku li navçeya Pendîkê ya Stenbolê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê hevjînê wê Goksal Koca  yê 31’î de jî ji aliyê wî ve hat kuştin. Arzû Îlhan Koca ku ji Goksal Koca bi awayekî sîstematîk îşkence dîtibû, di meha çileyê de serî li navenda polisan dabû û ji ber îşkenceya lê dihat kirin daxwaza parastinê kiribû. 
Dadgeha Malbatê, derbarê Goksal Koca de biryar dûxistinê derxist û ji bo Arzû Îlhan Koca jî biryara parastinê bibang derxist. Li gel vê biryarê jî Goksel Koca bi zorê ket mala Arzû Îlhan Koca û li ber çavên zarokên wê qetil kir.