Artêşa Iraqê li derdora Mexmûrê xendekan dikole
Artêşa Iraqê ya ji 20’ê mehê ve dixwaze bikeve wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî Mexmûrê û derdora wargehê bi têlan û kuleyan dorpêç bike û rastî berxwedana gelê wargehê hat, di van kêliyan de li derdora wargehê xendekan dikole.
Mexmûr – Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê dixwaze derdora Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan û kuleyan dorpêç bike. Gelê wargehê li hemberî rewşê bertek nîşan da û çalakiya koncedanê dan destpêkirin. Piştî tevgera zêde ya artêşê ku ji duh seatên êvarê ve zê de bû di van kêliyan de artêşa Iraqê hewl dide li derdora wargehê xendekan bikole.
Li gorî agahiyên hatin girtin, rêya ji aliyê bajarokê Baqirtê ve tê naçeya Mexmûr bi temamî li hatin û çûnê hatiye girtin. Hêzek zêde li herêmê kom bûye.
Dîsa li aliyê çar dorê wargehê kepçeyên zirxî kar dikin. Nayê zanîn çeper çêdikin an jî xendekan dikolin.