Leşkerên artêşa Iraqê derdora wargeha Mexmûrê girtin

Li dijî hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirina derdora wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê berxwedana gel di roja 6’an de ye. Artêşa Iraqê vê carê jî bi leşkeran derdora wargehê girtin.

Mexmûr – Di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê xwest bi têlan û kûleyan derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dorpêç bike. Şêniyên wargehê li dijî vê hewldanê kon vedan û li dijî helwesta hikumeta Iraqê bi biryardarî di roja 6’an de berxwedana xwe didomînin.

Hat zanîn ku niha jî artêşa Iraqê bi leşkeran derdora wargehê dorpêç kirine. Berxwedana gel li dijî hewldanên Iraqê didome.