Artêşa Iraqê carek din hewl da wargeha Mexmûrê dorpêç bike

Artêşa Iraqê yê ji 20’ê mehê ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike û 9 roj in rastî berxwedana gel tê, carek din ket nav hewildanan.

Mexmûr – Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan dane. Li dijî vê hewildanê gelê Mexmûrê 9 roj e şev û roj bê navber li ber xwe dide.

Artêşa Iraqê piştî hewldanên xwe yên serê siharê ku xwest wargehê bi têlan û kuleyan dorpêç bike, seatên êvarê car din hewl da wargeha Mexmûrê dorpêç bike.  

Artêşa Iraqê ya rastî bexwedana xelkê wargeha Mexmûrê hat gav paş de avêt, gel berxwedanê didomîne.