Artêşa Îsraîlê di 10 rojan de li Xezayê êrîşê 8 dibistanan kir

Li Xezaya ku hemû pîvanên şer ji aliyê Îsraîlê ve hatine binpêkirin, hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 8 dibistan hatine hLi Xezaya ku hemû pîvanên şer ji aliyê Îsraîlê ve hatine binpêkirin, hat diyarkirin ku di nava 10 rojan de 8 dibistan edefgirtin.

Navenda Nûçeyan- Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkakariya Penaperan a li Rojhilatê Nêz a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarînî, ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal li ser rewşa dawî ya li Xezayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xezayê di 10 rojan de 8 dibistan hatine hedefgirtin, 6 ji wan aydê UNRWA'yê ne û hat gotin ku şerê li Xezayê jiyan û perwerdeya zarokan ji wan girtiye.

Philippe Lazzarînî, di daxuyaniya xwe de bal kişand ku divê dibistan neyên hedefgirtin û wiha got: "Hiqûqê mirovî yê navneteweyî her dem tê binpêkirin. Li Xezayê hemû pîvanên şer hatin binpêkirin. Divê têkçûna mirovî nebin pîvanên me yên nû.”

Îsraîlê, duh û roja berê li Nusayrata ku dikeve beşa navîn a Xezayê du êrîşan li dijî dibistanên UNRWA’yê pêk anîbû. Di van êrîşan de ji 30 zêdetir Filistîniyan jiyana xwe ji dest dabûn.