Artêşa Îsraîlê 3 Filistînî qetil kir
Hêzên Îsraîlê êrîşê Kampa Penaberan a Balata ya li rojhilatê bajarê Nablusê yê Şerîda Rojava ya di bin dagirkeriyê de kir. Di serdegirtinê de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 3 Filistînî jî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/05/20230522-20230522-duvar5-jpg31a3f4-image-jpgb5d4ff-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê duh êvarê bi buldozer û wesayitên leşkerî êrîşî Kampa Balata ya Penaberan a li bajarê Nablusê yê Şerîda Rojava ya di bin dagirkeriyê de kir. Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat diyarkirin ku di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane Muhammed Bîlal Zeytun, Fethî Ebû Rîzk û Abdullah Ebû Hemdan e.
Di daxuyanîya ku hat diyar kirin 3 Filistînî jî bi giranî birîndar bûn, hat diyar kirin ku leşkerên Îsraîlî ketina ambûlansên Heyva Sor aîdê Filistînê bikevin kampê asteng dike.
Li gorî nûçeya li Ajansa Nûçeyan a Reutersê cih digre jî; Hat diyar kirin ku Radyoya Artêşa Îsraîlê ev êrîş weke "operasyoneke mezin a li dijî mîlîtanan" bi nav kiriye. Di nûçeyê de hat ragihandin ku Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi sedan leşker beşdarî operasyonê bûne û 3 Filistîniyên ku bi hêzên Îsraîlê re ketina nava pevçûnê jiyana xwe ji dest dane.