"Armanca Tirkiyeyê qirkirina Êzidiyan e"

Rêveberiya Yekitiya Êzidiyên Herêma Efrînê Eyşe Sîdo der barê êrîşên ku li ser kampa Qadiyan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin nerazîbûnên xwe anî ziman û got: "Em êrîşên ku Êzidiyan hedef digrin şermezar dikin. Armanc û daxwaza dewleta tirk ew e ku Êzidiyan qir bike û warê wan dagir bike.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê her tim dixwazin êrîşî Kurdan bikin bi taybetî civaka êzidî û cih û warên wan dagir bikin û bixin bin serweriya xwe. 74 fermanan bi serê civaka Êzidî ve rakirin niha jî kampa Qadiya ya girêdayî Mexmûrê ku gelê Êzidî tê de bi cih bûne bû hedefa dewleta tirk a dagirker. Ev êrîşên li dijî wargehê di 30'ê Tebaxa 2021'ê de pêk hatin û di encamê de sivîl û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Armanc bi van êrîşan ew e ku koka Êzidiyan tune bikin. Rêvebera Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşe Sîdo der barê êrîşên li ser kampa Qadiya de ji me re nirxandin kir.
"Dazwaza dewleta tirk qirkirina Êzidiyan e"
Ayşe diyar kir dema civaka Êzidî dibe hedefa dagirkeriyê cîhan tevahî dikeve bêdengiyê û wiha got: "Her tim Şengal tê hedefgirtin û daxwaza dagirkeran ew e ku civaka Şengalê qir bikin di heman demê de jî armanca wan ji van êrîşan ew e ku gelê Kurd tune bikin. Dewleta tirk a dagirker di 30'yê vê mehê de êrîşê kampa Qadiya ya li Mexmûrê kir û yên li kampan dimînin sivîlên Şengalê ne. Dema ku Şengal hat hedefgirtin gelê Şengalê wargeh ji xwe re ewle dîtin û tê de bi cih bûn. Em weke Êzidî van êrîşên ku li ser kampa Qadiya pêk tên bi tundî şermezar dikin. Sînorên Rojava rojane topbaran dikin. Tu dewlet piştgiriya Şengalê nake û bi êrîşên dewleta tirk a dagirker re yek in lewre ji bêdengiya wan ev xuya dibe. Di fermana wê ya 74'an de hemû dewletan pişta xwe dan Şengalê. Piştî ku Şengal hat avakirin dewleta Iraqê dixwaze careke din dest bide ser Şengalê.”
"Mirin carek e bila ew jî bi rûmet be"
Ayşe teqez kir ku baweriya gelê sivîl bi dijmin nayê û wiha bi dawî kir: "Armanca dewleta Iraqê ew e ku Şengalê bixe bin serweriya xwe lê êdî baweriya Êzidiyan bi wan tune ye. Em weke civaka Êzidî vê yekê tu carî qebûl nakin. Her kes dizane ku civaka Êzidî civakeke resen e û koka Kurdan e loma jî armanca wan tunekirina vê kokê ye. Gelê Êzidî riya azadiyê dinase û xwe bi rêxistin kiriye. Dema ku Şengal tê hedefgirtin hemû dewlet bêdeng dimînin zarokên ku jiyana xwe li derveyî welat berdewam dikin bi aramî dijîn lê zarokên Kurdan bi taybetî jî Êzidî li ser axa xwe bi zarokên xwe re tên hedefgirtin û jiyana xwe ji dest didin. Ew hewl didin Şengalê vala bikin. Em wek Êzidiyên Efrînê her tim piştgiriya Şengalê dikin. Mirov carek te vê cîhanê û dimre lê bila ew mirin jî bi rûmet be. Banga me ji rêxistinên navneteweyî re ew e ku pêwîst e xwedî li sivîl û zarokan derkevin û li dijî van kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin.”