“Armanca qetilkirina zarokên keç şikandina vîna jina ne”

Jinên Dêrezorê bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku qetilkirina zarokên keç şikandina vîna jinane, divê kujer werin cezakirin û cizayê herî giran li wan were birîn.

 
Dêrazor – Bertekên jinan û çalakiyên şermezarkirinê li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo kuştina her du keçên biçûk, Eyde El-Hemûdî  û Aye El-Xilêf , ji hêla malbatên wan ve li bajarê Hasakê, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Jinan a herêma rojhiatê Dêrazorê, îro daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jinên herêma rojhilat û bi navê meclisa kantonê ya xeta rojhilat, saziyên herêmî û saziyê girêdayî Rêveberiya Xweser, îro em li vir kom bûn da ku sûcên hov şermezar bikin".
Di daxuyaniyê de bang li aliyên berpirs, rêxistinên mirovahî, navneteweyî hate kirin ku kesên ku ev sûc pêk anîne werin cezakirin û wiha hate gotin: "Ev sûcên ku li dijî jinan tên meşandin, armanc jê ku vîna jinan bişkînin."