‘Armanca me ya sereke li Kurdistanê avakirina yekitiya jinan e’

Alîkara Hevseroka DBP’ê Gulşen Sîncar a di nava heyeta ku li Hewlêr û Silêmaniyê bi partiyên siyasî û rêxistinên jinan re hevdîtin pêk anîbû de, diyar kir ku armanca wan bi van hevdîtinan ew e ku li Kurdistanê li dijî êrîşan yekitiya jinan ava bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Endamên Platforma Yekitiya Jinên Kurd di 11’e Kanûnê de çûn Başûrê Kurdistanê. Heyeta ku di nav de parlamenterên Amedê, endamên partiya siyasî û akademîsyenan jî cîhê xwe digirtin bi çûn serdana Parlamentoya Heremê Federal Kurdistanê, partiyên siyasî û tevgerên jinan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de li ser erîşên li hemberî gelê Kurd tên meşandin, zêdebûna zexta li ser jinan hat nîqaşkirin.

Alîkara Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Gulşen Sîncar behsa hevdîtinan kir û gavên ku dê ji wê demê şûnde bên avêtin nirxand.

‘Em ê Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava bikin’

Gulşen sancar bal kişand ser platforma ku di sala 2017’an de li Amedê ava bû, heya niha ji bo yekitiya neteweyî dixebite û ji bo armanca platformê jî anî ziman ku esas armanca wan a sereke ew e ku jinên li çar perçeyên Kurdistanê dijîn bînin ba hev û platformek hevbeş ava bikin. Gulşen Sançar diyar kir ku bi vê armanca derketina rê û ev hefteyek e bi partiyên siyasî û tevgerên jinan re li Hewlêr û Silêmaniyê hatine cem hev.

‘Divê em li dijî erîşan hêza jinan bikin yek’

Gulşen Sîncar bal kişand ser têkoşîna hevbeş û got ku jin bi têkoşîna hevbeş dê bêhtir xurt bibin û armanca hevdîtina xwe bi van gotinan anî ser ziman:

“Armanca me ya sereke ew e ku li hemberî her cure erîşên di sedsala 21’yekemîn de li çar perçeyên Kurdistanê li ser jinan tên meşandin, hêza xwe bikin yek û xurtir bikin. Ji ber sedemên ku mîna hinek hincet avêtina navberê ango ji hev cudabûnên siyasî hiştiye yekbûna neteweyî ava nebe niha hewldanên me ew in û em li ser difikirin ka em ji bo xebatên kongreyê çawa dikarin tevkarî bikin. Piranî di hevdîtinên xwe li ser vê mijarê axivîn.

Gulşen Sançar diyar kir ku di dema pêkanîna hevdîtinê de bi awayekî germ hatine pêşwazîkirin û der barê yekitiya jinên Kurd de nîqaş hatin kirin. Gulşen Sîncar got ku pişti nêrîn û pêşniyara demeke herî kin em ê gavên şênber bavêjin û bi wê awahî gotinê xwe domand: “Hinek awayî beriya mehek hatibû Tirkiyeyê, em dikarin bibêjin ku di vê xalê de bi israr û daxwaza wan em bi cesaret çûn ser. Di her hevdîtinên xwe de me nîqaş kir û nerînên xwe got. Me ji hev pirs kir, çawa em dikarin bi pêş ve bibin.

'Em ê bi jinên Rojava û Rojhilat re jî bikevin têkiliyê'

Gulşen Sîncar, da zanîn ku piştî Başurê ew ê bi Rojava û Rojhilat re jî bikevin têkiliyê û got, “Berî her tiştî wê bi hevgirtina têkoşînê ya ku pêkhateya wê bi her parçeyî re sînordar e, hest û ruhê hevpar ava bibe. Sedema ku me pêşî li têkiliyên xwe yên bi Başûr re girt ew bû ku rêyên me yên ragihandinê hinekî vekirîtir bûn. Ji bo vê hestê bi armancên xwe yên sereke Rojhilat û Rojava re parve bikin. Herî dawî em armanc dikin ku bi rêxistin û têkoşîna jinan a li çar parçeyan re platformeke hevpar ava bikin. Bi mekanîzmaya ku em pêk tînin, em ê li ser mafên nasname, mafên jiyanê û destkeftiyan bibin xwedî helwestek hevpar."

'Yekitiya neteweyî qada herî girîng a li dijî êrîşan e'

Gulşen Sîncar, anî ziman ku di demên dawî de êrîşên li dijî jinan û gelê Kurd zêde bûne û yekane qada ku li hemberî vê yekê dikare were pêşxistin yekitiya neteweyî û ya jinên Kurd e û wiha got: “Armanca me ya sereke di sala 2023’an de parvekirina ezmûnan e. Ez bawer dikim ku di xala pêşkêşkirina zemîna lihevhatinê de dê gav bên avêtin.”