‘Armanca me şoreşeke cîhanî ya jinan e’

Şaha Xelîl ku ji destpêka têkoşîna azadiyê ya Kurd ve di her kêliya berxwedanê de cih girt, diyar kir ku heta tundiya li ser jinê bidome wê têkoşîna wê bidome û got, “Armanca me şoreşeke cîhanî ya jinan e.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Hema bêje her kêliya jiyana jinên ku emrê xwe ji bo jiyana azad feda kirin bi têkoşîn û berxwedanê derbas kirin. Çîroka her jineke bû hêviya pêşerojê. Yek ji van jinan jî Şaha Xelîl e.

Şaha Xelîl hem bi “bedewî û porê xwe yê spî” hem jî bi “yek ji dayîkên şoreşê yên ku ji bo nasandina jin û civakê bi nasnameya xwe rêyên dûr û dirêj geriyaye, bi sedan derî lêxist û bi hezaran jin pêşwazî kir” tê naskirin. Şaha Xelîl ku 56 salî ye û di sala 1986’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê naskir, heta roja îro cihê xwe di nava xebatên Têkoşîna Azadiya Kurd de digire.

Di salên ewil de bi hevjînê xwe re di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de di nava xebatên rêxistinî yên gel de cih girt. Şaha Xelîl ku xebatên rêxistinkirina jinan dike, di rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo xizmeta azadiya jinê dike.

'Têkoşîn hêviyên me şîn kir’

Şaha Xelîl ku bi vegotina çend bîranînên xwe yên salên 1980’yî behsa qalkirina çîroka xwe kir wiha got, "Çîroka me dirêj e, ne salek an du sal e, ji 35 salan zêdetir e. Bi kurtî, ne çîrokek e ku di nav seatekê de were vegotin e. Di salên 1980’yî de doza Kurd û welatparêzî derket holê. Wê demê me têkoşîna Kurdistanê û Barzaniyan bihistibû. Me hêviyên xwe ji bo nasnameya xwe ya Kurdewarî mezin dikir. Şoreş çi ye, çiqas girîng e, çi reng e, divê jin çawa têbikoşin? Me van pirsgirêkan nizanîbû. Di sala 1986'an de bi hatina Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê em derbasî qonaxeke nû bûn. Di heman demê de ji bo me rewşek nû û cuda bû. Bi taybetî di mijara jin, siyaset û şoreşê de pir cûda bû."

‘Li dijî zîhniyeta baviksalarî min rêya xwe hilbijart'

Şaha Xelîl da zanîn ku bi hebûna Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wan fêm kiriye ku ew Kurd in û got, “Piştî ku me fêm kir ku em Kurd in, em hîn bûn ku welatê me jî Kurdistan e. Lê li welatê me Kurdistanê zilm hebû û li çiyayên azad têkoşîna şoreşgerî hebû. Di wan rojên dijwar de ya herî girîng ew bû ku em ê çawa li gerîlayên xwe xwedî derkevin. Min li dijî zîhniyeta baviksalarî, li dijî kevneşopiyên civakî rêya xwe hilbijart û li eniyê dest bi xebatê kir. Xebata li eniyê karê herî pîroz, bi rûmet û bi nirx bû. Di wê demê de rejima Baasê li dijî kurdan zext û zordarî kir. Me ji gel re qala zilm û zordariya rejîma Baas kir. Tevgera Azadiya Kurd, Kurdayetiya diheliya rizgar kir.”

Her pembûyek destê me de dikaribû bibe fîşekek

Şaha Xelîl, anî ziman ku ew piştî hevdîtina bi tevgerê re jin û gelê gund jî nas kiriye û wiha got: “Me ji bo gerîlayên xwe alîkariya madî û manewî kom kir. Ji bo ku tiliyên lingên gerîlayên me di berfa çiya de neşewitin me solên hirî çêdikirin û dişand çiyayan. Di germa havînê de jinan zarokên xwe di dergûşan de radizandin û tov diçandin. Ma tiştekî ji vê bi qîmettir heye? Her pembûyek ku di destê me de bû, dikaribû mîna fîşekekê li sînga dijmin bixista. Bi vê ruh û hezkirinê em weke jin derketin rê. Jinan şoreşek afirand û ev jî ne hêsan bû."

'Jiyana me ji serî heta binî guherî'

Şaha Xelîl helwestên xwe yên beriya şoreşê û piştî şoreşê wiha parve kir: "Weke her jineke di nava civakê de rêya ku ji me re hat nîşandan avakirina malbatê û xizmetkirina hevjînê xwe bû. Piştî ku tevgerê nas kirin, jiyana me ji serî heta binî guherî. Asoyên me berfireh bûn, me fêm kir ku erkên ku ji jinan dihatin hêvîkirin zêde bûn, min karibû seha û karê malê di nav hevsengiyê de bihêlim û bi her awayî xwe birêxistin bikim. Ya herî girîng ji bo min ew bû ku di her kêliyê têkoşînê de hevjînê min li gel min bû û alîkarî dida. Min li dijî urf û kevneşopiyên civakî yên ku jinan tepeser dike, têkoşîn da û rojekê jî negot 'ez westiyam'. Xwestek û biryara min a şerkirinê hebû. Di sala 1994’an de ji ber ku min Rêbertî dît ez pir bi şans im. Rêber Apo ji me re digot, ‘Hûn bingeha şoreşê ne.’ Vê gotinê min weke jineke Kurd hişt ku ez israra xwe ya têkoşînê li dijî hemû zext û êrîşên dewletê û kevneşopiyên paşverûtiya di nav civakê de, zêdetir bikim. "

'Jiyan bi destê jinan tê avakirin'

Şaha Xelîl ku ji destpêkê ve di nava Şoreşa Rojava de cih digre, der barê şoreşê de ev tişt got: “Me digot qey wê têkoşîna şoreşgerî tenê li Bakurê Kurdistanê be, lê ev têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Ji bo me şansek mezin bû ku Sûriye jî beşdarî Şoreşa Erebî ya ku li Tûnisê dest pê kir bû. Çi bû, rejîm hilweşiyan û rêya sêyemîn a ku me hilbijart hê jî berdewam e. Weke jinên ku Projeya Neteweya Demokratîk dan jiyandin, me di navbera gel, bawerî û mezheban de jiyana hevpar pêş xist. Me tu carî siyaseta 'yek al, yek ziman, yek netewe' qebûl nekir. Jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destên jinan tê avakirin û jiyaneke cûda ye. Jin û ciwan ji welatên cuda tên û beşdarî vê têkoşînê dibin.”

'Heta ku tundî bidome dê têkoşîna min bidome'

Şaha Xelîl da zanîn ku ew ji bo hemû jinan bêyî berjewendiyên şexsî û malbatî têdikoşin û got, "Ez di têkoşîna xwe ya vê şoreşê de ti carî dudilî nebûm. Min li dijî berjewendiyên şexsî û malbatî li ber xwe da, ji bo jiyaneke nû çêbibe. Tişta ku hişt ez rûmeta şoreşê biparêzim û armancên xwe pêk bînim şahadeta rêhevalên me yên bi nirx û qehreman in. Ez ê têkoşîna xwe ya 10 salan li ser xeta azadiya jin bê dûdilî bimeşînim. Ji ber ku êdî ji vê pê ve riyek me yê xilasiyê nîne û ger nebûya jî meyê ne pejirandiba. Heta ku tundiya li ser jinan berdewam be ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Heta ku hêza min têr kir ez ê ji bo xizmeta şoreşê û ji bo jinan bixebitim.”

'Em dixwazin xeta têkoşînê ya hevpar ava bikin'

Şaha Xelîl da zanîn ku armanca wan avakirina xeteke hevpar a têkoşînê ye ku jinên ji hemû çîn, bawerî û neteweyan tê de cih bigirin û wiha got: “Pêtên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir, xwe dispêre Rojavayê Kurdistanê. Slogana 'Jin, jiyan, azadî' êdî bûye sloganek gerdûnî. Hemû jî keda jinên pêşeng û nemir in. Em dixwazin têkoşîna xwe ya şoreşê bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' li hemû jinên cîhanê belav bikin û jin di vê şoreşê de cih digirin. Xebata me ya li Rojava mala hemû jinan û dîrokê ye. Têkoşîn li vir e, koka têkoşînê li vir e. Divê her jin ji bo dîtina riya xwe, ji bo azadiyê bê cudahî ji bo hemu jinan têbikoşe."