Aqûbeta werzişvana girtî Mehsa Yazdanî nayê zanîn
Aqûbeta rahênera Federasyona Patanê ya Îranê Mahsa Yazdanî ku di Mijdara 2022’an de hatibû girtin nayê zanîn, di xwîna reqsvan Fatemeh Mihemedî Fardroûd a ku ji girtîgehê derket de jî madeya hişber hat tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’an de li Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve bi pêşengiya jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir, 4 meh in didome. Ji roja ewil a serhildanan heta niha zêdeyî 500 kes hatin qetilkirin, bi deh hezaran welatî jî hatin binçavkirin û girtin, 2 ciwan jî hatin darvekirin. Kesên ku li hemberî rewşa roj bi roj girantir dibe dadikeve qadan, di daxwazên xwe yên azadiyê de bi biryar in.
Bi mehan e agahî jê nayê girtin
Li girtîgehên ku bi îşkence û muameleya xerab tên rojevê jî der barê rewşa girtiyan de jî ji malbat û parêzeran re agahî nayê dayîn. Yek ji van girtiyan jî rahênera Federasyona Paten a Îranê Mahsa Yazdanî ku 4’ê Mijdara 2022’an ji ber piştgirîdayîna serhildanan hatibû girtin. Ji aliyê rayedaran ve der barê aqûbeta werzişvana 25 salî de tu agahî nayê dayîn.
Madeya hişbir dixin nava xwarina girtiyan
Şefa Koma Reqsê ya Parla ya Tebrîzê Fatemeh Mihemedî Fardroûd ku rojên borî ji girtîgehê derket, rakirin nexweşxaneyê. Di xwîna Fatemeh Mihemedî Fardroûd a ku li nexweşxaneyê hat dermankirin de astek zêde madeyên hişber hatin dîtin. Li gorî agahiyên parêzerên wê dane, di testên girtiyên din ên ji girtîgehê derketin de jî rêjeyek zêde madeya hişbir hatiye tesbîtkirin.
Di raporên ku saziyên sivîl parve kirine de, hatibû diyarkirin ku bi armanca tepisandina berxwedana girtiyan a li girtîgehan, madeya hişbir dixin nava ji xwarinên girtiyan.
Komîteya Şopandina Rewşa Girtiyan di rapora xwe de ragihandibû ku 16 berxwedêr di binçavan de bi eşkenceyê hatine qetilkirin. Ev daneyên tên weşandin, der barê rewşa girtiyan de fikaran zêdetir dike.