Annalena Baerbock: Tirkiye hîn jî Kurdan dike hedef

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock, diyarkir ku Tirkiye hê Kurdan dike hedef û got: Kurd hîn jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên hedefgirtin. Çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Sûriye girîng e.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Federal a Elmanyayê bi mijara Sûriye civînek taybet li darxist. Di destpêka civînê de Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock axivî. Annalena Baerbock destnîşan kir ku divê li Sûriye di avakirina hikûmeta nû de hemû pêkhate cihê xwe bigirin.

‘Tirkiye hîn jî Kurdan dike hedef’

Annalena Baerbock, bal kişand ser rewşa Kurdan û gefên dewleta Tirk û wiha axivî: “Elmanya, gumanên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêm dike, lê hewldanên ku dixwazin van gumanan bi operasyonên leşkerî bidawî bike, wê aştî û aramiya li herêmê hîn zortir bike. Kurd hîn jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve tên hedefgirtin. Kurdên li herêmê wekî Elmanyayê parçeyek koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne. Lewma çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Sûriye girîng e.”

Annalena Baerbock anî ziman ku ji ewlekariya wan a netewî jî girîng e ku hemû komên li Sûriyeyê tevlî pêvajoyê bên kirin û wiha got: “Ez ê serdana xwe ya ji bo Tirkiye ku dê roja înê pêk were de, vê mijarê bi zelalî bînim ziman. Eger em berê xwe bidin aliyên cuda ez qet bawer nakim ku dê rêya aştiyê vebibe.”