Anas Jaber biryar da tenê li Melbourne pêşbaziyê bike

Lîstikvana Tenîsê Anas Jaber biryar da ku di pêşbirka tenîsê ya şampiyoniya Australian, ku dê çend roj şûnda li Melbourne, paytexta eyaleta Victoria ya Austuralya were li dar xisitn de cîh bigire. Dê tenê di du beşan de pêşbazî bike.

Navneda Nûçeyan – Jina Tûnisî Anas Jaber dê di pêşbirka duqatan de li kêleka jina Amerîkî Christine Mechel di pêşbirka tenîsê ya Austuralya de ku yek ji şampiyoniyonên 'Grand Slam’ ye cîh bigire. Piştî ku wê di 29'ê çile de diyar kir ku ew dixwaze di du beşan de tevlî pêşbaziyê bibe.
Şampiyona tenîsê ya mezin wekî her sal, îsal jî dê li Austuralya vekin, ku biryar bû di navbera 18-31'ê çile de were li dar xistin. Şampiyona ku ev 3 hefe ye tê betalkirin, dê di 8'ê sibata 2021'an de bê li darxisitn û wê 72 lîstikvanên jin û mêr beşdar bibin.
Şampiyoniya sêyem a 500 xalî ji bo jinan dê di navbera 3 û 7'ê sibata 2021'an de were li darxisitn. Tê de lîstikvanên ku nekarin rahênan bikin, Anas Jaber jî tê de cîh digire. Du rûniştinên di navbera 31'ê çile û 6'ê sibatê de tê çavdêrkirin. Di tûra yekem de Anas Jaber û hevala wê Christine Mashal dê biçin pêşberî tîma ku ji Jina Yûnanî Mariya Sakari û jina Kerwatî Dona Vikic têde cîh digirin.
Anas Jaber ku di cîhanê de, di rêza 30 de bû, wê çaryek fînal ya çapa 2020 fêm kiribû. Bi vî rengî bû jina yekem a Tûnisî û Ereb ku vê destkeftê bi dest dixe.
Di sala 1994'an de li bajarê Qesir Hîlal yê Tûnisî ji dayik bûye û di sala 2020'an de ketiye nava lîsteya El-tup 50 yan. Piştî ku di cîhanê de, di rêza 45'an de cih girt, gelek nasnav û xelat bidest xistin ji wan jî xelata Baştirîn Lîstikvana Erebî ya sala 2019'an wergirtiye.