Amnesty: Dinya berbi xeteriyê ve diçe

Rapora 2025’an a Rêxistina Efû ya Navneteweyî, nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî ya dewletên bi hêz lewaz bûye û şer cihê dîplomasiyê girtiye.

Navenda Nûçeyan – Rapora 2025’an a Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty), nîşan dide ku pergala gerdûnî di xalek cidî ya hilweşînê deye. Di raporê de hate diyarkirin ku polîtîkayên ku lîderên wek Donald Trump, Vladimir Putin û Binyamin Netanyahu dişopînin, mafê mirovan lewaz kiriye û dinya berbi pêvajoyek xeter ve dibe.

Hişyariya ji bo dema nû ya gerdûnî

Di raporê de hate îfadekirin ku, dinya bi bandora hêzên mezin, şîrket û tevgerên li dijî mafê mirovan, bi piralî û êrîşên li dijî hiqûqa navneteweyî tê şikilgirtin ketiye ‘demek xeter’.

Şer çûye pêşiya dîplomasiyê

Li gorî raporê, pergala navneteweyî ya piştî şerê cîhanê yê duyem hatî avakirin, gelek dewlet qûralên navneteweyî binpê dikin. Divê pêvajoyê de dinya berbi pergalek ku ‘cihê dîplomasiyê ji şer re maye’ ve diçe.

‘Em demê herî zor dijîn’
Sekreterê giştî yê rêxistinê Agnes Callamard, tabloya heye wek ‘Yek ji demên herî zor ên dema me’ bi nav kir, mirovatî dibin êrîşên ku bi şer û zextên aborî de şekil digre dene.

DYE û mutefîkên wê hate rexnekirin

Di raporê de hate îfadekirin ku operasyonên DYE ya derveyî sînor, polîtîkayên derbarê hinek welatan de, li dijî hiqûqa navneteweyî ye, rêveberiya Donald Trump, bi taybet di serî de mafê jinan, di gelek qadan de destkeftiyên wan lewaz bûne. 

Xeza û bêdengiya navneteweyî

Li gorî raporê, êrîşên Îsraîl li dijî Xeza didome, civaka navneteweyî jî li dijî vê rewşê qasî pêwîst bertek nîşan neda hate rexnekirin. Hate diyarkirin ku ev rewş ji bo domandina binpêkirina mafê mirovan zemîn amade dike.

Saziyên navneteweyî dibin zextê deye

Amnesty da zanîn ku saziyên navneteweyî  ku piştî 1948’an hatî avakirin, di salên dawî de rû birûyî zextên cidî ne. Bi taybet pergalên wek dadgeha ceza ya navneteweyî bi mudaxeleyên siyasî hatiye lewazkirin.

Krîza Rojhilata Navîn wek mînak hate nîşandan

Di raporê de, pevçûnên li Rojhilata Navîn, wek mînaka herî şênber a vê rewşê nîşan da. Hate diyarkirin ku polîtîkayên koçberiya ketiye pêşiya hiqûqê û ev jî ne aramiya herêmê kûr kiriye.