Amerîkiya herî ciwan dê bi protezê rêwîtiya fezayê bike
Hailey Arsino biryar daye ku bibe amerîkiya herî ciwan a ku li fezayê rêwîtiyê dike û dê bibe mirova yekem ku bi organên protez li fezayê rêwîtiyê dike.
Navenda Nûçeyan - Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zarokan a St. Jude li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku karsazê amerîkî û Jared Isacman Hayley Arsinoe hilbijart da ku beşdarî yekemîn firîna sivîl a fezayê bibe.
Hailey Arsino dê yek ji wan 4 kesan be ku tê gumankirin di dawiya sala 2021'ê de, li ser roketa "Falcon 9" di firîna ji Floridayê de, biçin fezayê. Çavdêriya vê pargîdaniya firînê "SpaceX" yekem peywira mirovî ya ku li dora Erdê digere, di nav karmendên wê de tu astronot nagire.
Hailey Arsino dê bibe ya herî ciwan a amerîkî ku çûye fezayê, û dê bibe mirova yekem a ku bi organên çêkirî di firîna fezayê de rêwîtiyê dike. Jixwe tê zanîn ku ew berî 20 salan li Nexweşxaneya St. ji nexweşiya penceşêra lingê çepê hatiye dermankirin û hestiyên lingê wê bi hesinan hatin guhertin.
Hailey Arsino li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zarokan a St. Jude li Memphis hemşîre ye û deh sal berê wê kemberek reş li Taekwondo qezenc kir. Di 2003'an de, kanala "Louisiana" xelata "Lehengên Ciwan" da wê, ji bo ku alîkariya wê bike da ku ji bo berjewendiya nexweşxaneyê bexş berhev bike.