Amed ji mîtînga dîrokî re amade ye: Em di bin darê de bibin yek

Rêvebera Partiya Çepên Kesk a Eyaleta Amedê Serra Bucak a got, "Ev gel wê bigihêje serkeftinê" destnîşan kir ku moralê gel hêz daye wan û banga tevlîbûna mîtînga fînalê ya ku roja Şemiyê li Amedê tê lidarxistin, kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Partiya Çepên Kesk a ku bi dirûşma “Dîsa em” dest bi xebatên hilbijartinê kirin, wê rojek beriya hilbijartinê mîtîngên xwe yên dawî li Amed, Wan û Stenbolê pêk bîne. Partiya Çepên Kesk a ku ev 2 meh in bi coş li qadan e, li herêmê û Tirkiyeyê hêzeke mezin bi dest xist, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi armanca 100 parlamenterî dixwaze biçe Meclîsê. Em bi Rêvebera Partiya Çepên Kesk a Amedê Serra Bucak re li ser mîtînga fînalê û xebatên wê yên li qadê axivîn.

Serra Bucak a li Amedê ku 2 meh in xebatên hilbijartinê bi tundî tên meşandin, diyar kir ku ew bi gel re ji hilbijartinê re amade ne. Serra Bucak, diyar kir ku ew ê heta kêliya dawî li qadan kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe bimeşînin û anî ziman ku li her maleke ku çûne bi biryardarî li hev hatine.

'Bi biryar û moralê gel hêzê dide me'

Serra Bucak der barê xebatên xwe de wiha axivî:

“Gelê me bi hemû tiştên ku vê hikûmetê plan dike ku di dema hilbijartinê de biceribîne, dizane. Li hemberî vê jî bi xwînsarî û bi moral amadekariya xwe dike. Em bi biryar in ku heta ji destê me tê, bi moral û bawerî biçin roja hilbijartinê. Bê şik ev xwebawerî û îradeya ku em li qadan dibînin û em vê yekê ji zanîna ku hemûyan bi beşdariyeke pir berfireh li qadê bi dest xistine dizanin. Tecrubeya salan jî heye. Ev hilbijartin xwedî wateyek e, di vê hilbijartinê de hikûmet bi her nirxî dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Em dixwazin bi her awayî dawî li vê hêzê bînin û di sindoqan de binax bikin. Bi vê biryardariyê xebatên me yên hilbijartinê li Amedê didomin.”

'Operasyon nikarin me bidin sekinandin'

Serra Bucak anî ziman ku ji bilî xwendina xwe bi astengiyan re rû bi rû mane û bal kişand ku ew ji van astengî û zextan ne xerîb in. Serra Bucak anî ziman ku bi salane tenê rê û rêbazên van astengiyan hatine guhertin û got ku li dijî operasyonan îradeyek mezin û îradeya gel heye. Serra Bucak axaftina xwe wiha domand; “Nêzî 10 roj in girtin û binçavkirin nesekinîne. Em baş dizanin ev çima tên kirin. Em baş dizanin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dê windahiyên giran bide. Dixwaze bi operasyonan civaka herî dînamîk û aktîf a vî welatî bitepisîne. Parêzer û rojnameger bi zanebûn operasyonê dikin. Ji ber ku yên ku wê rojê li ser sindoqan xwedî derkevin ew in. Lê hem gelê me, hem jî çapemeniya azad û parêzer dê wê rojê li ser sindoqan cihê xwe bigirin. Dê gelê me roja hilbijartinê xwedî li dengên xwe û sindoqan derkevin.”

'Deng ji darê re, yanî ji Partiya Çepên Kesk re'

Serra Bucak ji bo tevlîhevî dernekeve, bang li gel kir ku di pusula hilbijartinê de mohra xwe tenê li Partiya Çepên Kesk bidin. Serra Bucak der barê dengdayînê de jî got, “Ev zext pûç in, yên din şûna hevalên me yên girtî digirin. Em tevgereke ku van rojan pêşbîn dike, ji ber vê yekê em ji van hemûyan re amade ne. Em bi Partiya Çepên Kesk re ketin atmosfera hilbijartinê. Banga me ji gelê me re ew e – manşet ku gelê me vê yekê baş bizane. Em li ser pusulaya dengdanê dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk. Em Partiya Çepên Kesk xurt dikin û dengê xwe didin darê. Di vê wateyê de pêwîstî bi tevliheviyê nîne. Ji bo ku vê tevliheviyê paqij bikin, em her roj xebata pusulayê dikin. Em li Amedê di rêza 12’an de ne û li vir em dibêjin 12-0. Em mohra xwe li Partiya Çepên Kesk didin û hemu wekîlên xwe derdixin meclîsê. Em ê hikûmeta AKP-MHP’ê di sindoqan de binax bikin.”

Ji bo mîtînga dawî banga tevlîbûnê

Serra Bucak herî dawî banga tevlîbûna mîtînga 13’ê Gulanê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin kir û got, “Weke ku tê zanîn em ê mîtînga xwe ya dawî di 13’ê Gulanê de li Amedê pêk bînin. Em hemû dostên xwe û raya giştî vedixwînin vê mîtînga dîrokî ya Amedê. Em hemû gelê Amedê vedixwînin mîtînga ku em ê li Qada Îstasyonê li dar bixin da ku beriya 14’ê Gulanê bi dîlan û tîliliyan gotina xwe bêjin.”